'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan' 2024-08-06 09:07:54 STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan da xuyakirin ku êrişên li ser ziman û çanda kurdî dewama feraseta berê ye û got: "Divê em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin van êrişan." Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan der barê êrişên li ser ziman û çanda kurdî de axivî û got: "Tevî hemû zext û polîtîkayên înkarê jî, kurdan dest ji ziman û çanda xwe bernedaye. Werin em li her qadê bi kurdî biaxivin."   Alparslan ku got "Dewlet dixwaze hebûna kurdan ji holê rake" anî ziman ku êrişên li ser zimanê kurdî ne nû ne û tiştên diqewimin berdewamiya feraseta berê ye. Alparslanê anî ziman ku ev êriş ne ya yekem û ne ya dawî ye û got: “Armanca guhertina navên taxên kurdan ew e ku tu şop û nîşanek ji gelê kurd nemîne. Di esasê xwe de pergal dixwaze tirsê li van deveran belav bike, ji ber ku kurd çanda xwe diparêzin."   Remziye Alparslan   Alparslan bilêv kir ku divê kurd bertekeke tund nîşanî êrişan bidin. Alparslan destnîşan kir ku divê kurd bi dengekî bilind daxwazên xwe bînin ziman, bi taybetî di warê perwerdehiya kurdî de û her wiha li dijî asîmîlasyona çandê daxwazên xw ebi dengekî bilind bînin ziman. Alparslan got: “Dewlet dixwaze mudaxeleyî herêmên ku heta niha dest lê nekiriye bike. Pergal mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya kurdî nade û bi perwerdehiya bi tirkî dikeve malên me û mirovan asîmîle dike. Dixwaze bi van êrişan polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê kûrtir bike. Dixwazin kurd ji zimanê xwe sar bibin û dev ji govendên xwe berdin. Hewl dide bi tirsê van polîtîkayên asîmîlasyonê li her derî belav bike."    Alparslan anî ziman ku yek ji pîvanên herî girîng ên hebûna gel zimanê dayikê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger perwerdehiya bi kurdî neyê dayîn, bila kurd werin li saziyên xwe perwerdeyê bibînin û li her derî bi kurdî biaxivin. Divê govendên xwe bidmînin. Divê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. "Divê em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin van êrişan."