Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin 2024-08-06 08:44:38 OSMANIYE - Bi hinceta ku di dawetê de li ber stranên kurdî govend hatiye gerandin, hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê jî di nav de 5 kes li Osmaniyeyê hatin binçavkirin.  Îro di danê sibehê de li Osmaniyeyê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û rêveberê wê Hakan Kahraman û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku welatî bi hinceta ku di dawetê de li ber stranên kurdî govend gerandine û wesayîtên xwe yên dawetê bi rengên kesk, sor û zer xemilandine hatine binçavkirin.    Her 5 kesên binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê tên ragirtin.