Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve 2024-08-05 22:17:25 ÎZMÎR/STENBOL - Di nobeêdn li İzmir û STnebolê de, hat diyarkirin ku qeyûm hewldaneke darbeyê ya ku Destura Bingehîn ji holê radike wiha hat gotin: "Wê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve."  Çalakiyên nobedê yên li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin. Di nobedên li Stenbol û Îzmîrê de, banga têkoşîna hevpar hat kirin.    STENBOL   Nobeda ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dan destpêkirin di roja 53'yan de dewam kir. Gelek nûerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan beşdarî nobedê bûn. Di nobedê tîşortên ku nivîsa "Bicehim qeyûm" li ser nivîsandî hatin lixwekirin. Di nobedê de dowîzên bi çar zimanan kurdî, îngilîzî, erebî û tirkî "bicehim qeyûm" û bijî berxwedana zindanan" û "Colemêrg ya me ye" nivîsandinî hatin hilgirtin. Di seranserê çalakiyê de tim dirûşme hatin berzkirin.    Di nobedê de ewilî Hevserokê DEM Partiyê yê Sancaktepeyê Çetîn Yildiz axivî. Yildiz bilêv kir ji dîrokê ve heya niha gelê kurd bi polîtîkayên qirkirin û dagirkirinê r rû bi rû maye û got: "Ya bi ser bikeve wê têkoşîna gelê kurd be. Em hemû derdorên demokratik vedixwînin têkoşîna hevpar."    Piştî axaftinê li ber stranên kurdî govend hat gerand.    ÎZMÎR   Noebda Edaletê ya ku Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera KEdkar (EHP) û Platforma Meclisên Sosyalîst (SMF) a li dijî qeyûm dan desn destpêkirin, vê hefteyê li li ber OSYM'ê ya li Kolana Şehîdên Qibrisê hat lidarxistin. JI vir heya Navend açandê ya Turkan Saylanê meş hat lidarxistin. Parlameneterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin û nûnerên gelek saziyan û welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pêşmalkên li ser wan "Em li dijî qeyûm nobedê digirin" nivîsandî hatin lixwekirin û wiha hat gotin: "Qeyûm darbe ye, şaredarî yên me ne, hûn nikarin xesp bikin, em li dijî qeyûm nobedê digirin" hat vekirin. Di çalakiyê de tim dirûşme hatin berzkirin.   Piştî meşê Parlamanterê Îzîrê İbrahim Akin, diyar kir ku bi tayinkirina qeyûm a li Şaredraiya Colemêrgê re bi hewldaneke darbeyê re ku Destura BIngehîn ji holê radike rû bi rû mane û got ku lewma divê hemû gelen Tirkiyeyê li dijî vê xespkirina vînê bi gelê kurd re di nava têkoşînê de be. Akin got: "Tişta îro l Colemêrêg hatiye kirin dibe ku sibê li her kesî bê kirin."    Çalakî bi govendgerandinê bi dawî bû.