Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2024-08-05 17:53:43       ŞIRNEX/AMED – Cenazeyên endamên YJA STAR’ê Bişeng Dûrmûş û Semra Ayverdî yên di şer de li herekolê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve hatın wergirtin û hatin definkirin.    Endama YJA STAR'ê Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) a ku di pevçûn û bomberdûmana 25'ê Tîrmehê de li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da, li gundê Nêwavî yê Silopiyayê hat definkirin. Malbata Durmuş piştî DNA'yê keça xwe li morga Nexweşxaneya Sêrtê wergirtin û li gund defin kirin. Gelek welatî jî beşdarî merasîma defînê bûn.   Taziyeya Durmuş piştî agahî ji malbatê re hatibû li gund hatibû dayin.   AMED   Cenazeyê Semta Ayverdî ya (Benda Amed) a li heman herêmê jiyana xwe ji dest da jî, ji aliyê malbatê ve ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê ve hat wergirtin. Malbatê cenaze anî navçeya Bismil a Amedê.  Malbatê cenazeyê Ayverdiyê anî goristana li Taxa Seyrantepeyê. Rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên navçeyê, endamên Nûnertiya Bismilê ya MEBYA-DER beşdarî measîma cenaze bûn.    Cenazeyê Ayverdiyê piştî wecîbeyên olî hat definkirin.