729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne! 2024-08-05 15:50:22 ENQERE - Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Tirkiyeyê 3 milyon û 103 hezar penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî hene û diyar kir ku ew nekarîne xwe bigihînin 729 hezarê wan.   Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya di bernameya ku tev li bûbû de têkildarî penaberên ji Sûriyeyê agahiyên balkêş parve kirin. Yerlîkaya diyar kir ku li Tirkiyeyê 3 mîlyon û 103 hezar penaberên Sûriyeyî yên qeyidkirî hene. Yerlîkaya da zanîn ku wan nekariye xwe bigihînin, 729 hezar penaberên ku navnîşanên xwe diyar kirine.    Yerlîkaya anî ziman ku Sûriyeyiyên ku di nava 90 rojan de li wan venegerin, ew ê 2 meh din demê bidin wan û bilêv kir ku yên ku di nava vê demê de jî li wan venegerin, dê bi tu awayî ji xizmetên cemawerê sûdê negirin.