Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin 2024-08-05 14:20:59   ÎZMÎR - Têkildarî ceyrana qaçax ku li Îzmîrê bûbû sedema mirina du kesan der barê Serokê Şaredariya Îzmîrê Cemîl Tugay û serokşaredarê berê Tunç Soyer jî di nav de 5 serokan de gilî hat kirin.    Li navçeya Konakê ya Îzmîrê di 12’ê tîrmehê de kêliya ku baran dibiriya û 2 kesên dixwestin xwe ji baranê biparêzin û ceyranê ew kişandin nav xwe û bû sedema mirina wan. Têkildarî vê bûyera bû sedema mirina du kesan der barê 5 serokşaredarên kevn û yên niha de gilî hat kirin. Ayşe Sariçîçek a parêzera malbata Ozge Ceren Denîz ku di bûyerê de miribû, îro daxwaznameya gilîkirinê da dozgeriyê.    Parêzer Ayşe Sariçîçek beriya daxwaznameyê radestî dozgeriyê bike li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da û bi bîr xist ku îdianameya der barê bûyerê de hatiye amadekirin û ji bo Dadgeha Cezayê Giran hatiye şandin.    Ayşe Sariçîçek destnîşan kir ku mesûliyeta Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Cemîl Tugay, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê yê berê Tunç Soyer, Seroka Şaredariya Navçeya Konakê Nilufer Çinarli Mutlu, Serokê Şaredariya Konakê yê berê Abdul Batûr û Serokê Daîreya Kanalîzasyona ÎZSÛ yê berê û Serokê Şaredariya Navçeya Çîgliyê Onûr Emrah Yildiz di bûyerê de heye. Sariçîçek anî ziman ku ji ber xemsarî û qisûra wan a di bûyerê de der barê wan de gilî kiriye.