Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn 2024-08-05 14:20:02 NAVENDA NÛÇEYAN - DÎSK, KESK, TMMOB Û TTB bang kirin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Can Atalay de dabû, were pêkanîn.    Parlamenteriya Can Atalay ê ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) hatiye hilbijartin bi biryara Meclisê hatibû xistin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di biryara xwe ya têkildarî xistina parlamenteriya Atalay de got ku, “Divê wekî ku tune ye, were qebûlkirin”. Bertekên têkildarî pêkneanîna biryara AYM’ê didomin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) têkildarî biryara AYM’ê daxuyaniya nivîskî dan û xwestin biryara AYM’ê were sepandin.     ‘DESTHILAT PÊK NAÎNE’   Di daxuyaniyê de hat bîrxistin AYM’ê derbarê biryara daxistina parlamenteriya Atalay de biryara “wekî ku tune ye” daye û hat diyarkirin ku pêkanîna vê biryarê pêdiviyekî dewleta hiqûqê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryarên AYM’ê yên derbara sepanên binpêkirina mafan zêde dikin de hatine dayîn, ji hêla desthilata siyasî ve nayên pêkanîn. Em wek DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ên bi Destûra Bingehîn û hilbijartinê hatine ser kar dibêjin ku divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û em bi bîr dixin ku biryarên hatine dayîn divê li gorî dewleta hiqûqê werin pêkanîn. “