Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne 2024-08-05 10:36:09 ŞIRNEX - Qedexeya ku piştî operasyona leşkerî li gundên Hemka, Pîrosa û Melesa yên Elkê dest pê kir berdewam dike. Ji bilî şêniyên gundan kes nikare biçe van gundan.    Piştî operasyona leşkerî ya 21’ê hezîranê li gundên Hemka, Pîrosa û Melesa yên bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve hate destpêkirin, li bejahiya gundan şer derketibû û piştî şer û pevçûnan herêm ji aliyê balafirên şer ve hatibû bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 4 endamên HPG'ê Basrî Cîn, Sefer Temel (Rûstem Çekdar Kato), Yilmaz Sala (Kamuran Gever) û Arvîn Huseynî (Dilsoz Rojhilat) jiyana xwe ji dest dabûn.    Dorpêça leşkeran a li ser gundên Hemka, Pîrosa û Melesa didome. Di ketina gundan de noqteyên leşkerî hatine danîn, gundiyên ku dikevin gund bi lêgerînê re rû bi rû dimînin. Ji bilî şêniyên gundan ketin û derketina her kesî hatiye qedexekirin.