Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin 2024-08-04 20:17:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê li Xezayê êrişî du dibistanan kir û piraniya wan zarok, 30 kesan jiyana xwe ji dest da. Îsraîlê li Xezayê êrişî du dibistanên kesên ku malên xwe terikandine û xwe sipartine tê de, êrişek li dar xist. Berdevkê Yekineya Parasina Sivîl Mahmûd Basal darheqê êrişê de daxuyaniya nivîskî da. Basal destnîşan kir ku Îsraîlê li du dibistanên li taxa Nasr ên filîstînî xwe spartibûnê, bombebaran kir. Basal da zanîn ku di êrişê de piranî zarok, 30 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûne.    ‘JI SEDÎ 80’Ê MIRIYAN ZAROK IN’ Basaş anî ziman ku rewşa piraniya birîndaran giran e. Basal bilêv kir ku ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ji sedî 80’ê wan zarok in. Basal bi bîr xist ku tu rêzdariya Îsraîlê li hember nirxên pîroz nemaye û diyar kir ku êdî li Xezayê tu deverên ewle nemane.