Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê 2024-08-04 17:41:51   AMED - Prof. Dr. Ekîncî yê di dema nivîsên hişyariyê yên bi kurdî hatin jêkirin de parvekirina “Pêşî Kurdî” kiribû, bi giliya Partiya Zaferê û MHP’ê vexwendin îfadeyê.    Prof Dr. Cenap Ekîncî yê îdiya ‘welatî di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê de wek kobay hatin bikaranîn’ anîbû rojevê, ji bo îfadeyê bide hate vexwendin. Hat zanîn ku Ekîncî ji ber bi ser hesaba xwe ya medya dîjîtal parvekirina nivîsên hişyariyê yên “Pêşî Peya”, “Hêdî” kiribû, ji îfadeyê re hatiye vexwendin. Hat diyarkirin ku Ekîncî ji ber giliya Serokatiya Zafer Partiyê ya Stenbolê û Parlamenterê Dema 27’emîn ê MHP’ê yê Bûrsayê Hîdayet Vahapoglû, ji îfadeyê re hatiye vexwendin.      Ekîncî derbarê lêpirsînê de îro bi îdiaya “Gel bi kîn û dijminatiyê ve wek eşkere sorkirin” îfade da Midûriyeta Polîsan a Amedê. Ekîncî derbarê mijarê de wiha got: “Heval dipirsin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê min de ji madeya 216’emîn a TCK’ê de lêpirsîn daye destpêkirin. Di wê çarçoveyê de îfadeya min girtin. Bi ser parvekirina “PÊŞÎ PEYA” ya min ji bo şaredaran kiriye, ez vexwendin îfadeyê. Me careke din bilêv kir ku me rastî anîne ziman. Ji her kesî re spas.”    Parvekirina Ekîncî ya bûye mijara lêpirsînê wiha ye: “Şaredarên Binirx! We nivîsa Pêşî Peya nivîsand bi caran hate jêkirin. We bi ser navê gel peywira xwe pêk anî û qediya. Niha jî dora esnaf, dikandar, qehwexane, mêwefiroş, rêveberên sîteyan û gel e. Bila her kesek boyaxê bigire destê xwe û li ser dîwarê xwe binivîse ‘Pêşî Kurdî’…”