Li Xeta Jinê hevdîtina jinan 2024-08-04 16:33:57   STENBOL - Jinên li Stenbolê di hevdîtina Xeta Jinê de hatin gel hev.    Xeta Jinê ku ji bo xebatên jinan ên di qada siyasî û çandî de bêhtir xuyanî bikin hatiye avakirin, li Taksîm a Stenbolê li dijî polîtîkayên qirkirina çandî bi dirûşma "Xeta jina xeta jiyanê" li pirtûkfiroşekê civînek jinan li dar xist. Li eywana civînê pankartên “Xeta Jinê xeta jiyanê” û “Pêşî kurdî pêşî ziman” hatin daliqandin. Her wiha li eywanê pêşangehek ku tê de tabloyên ku ji aliyê jinên Xeta Jinê ve hatine çêkirin hatin pêşkêşkirin. Eleqeya zêde ya jinan bal kişand. Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), jinên DEM Partiyê, Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan û gelek nûnerên saziyên jinan beşdarî civîna ku bi armanca ronîkirina têkoşîna jinan û rengê jinên ciwan amade bûn.   ‘EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET HATIN GEL HEV’   Di civînê de ji Xeta Jinê Esra Mendeş axivî û wiha got: “Pergal polîtîkayên qirkirina çandî bêyî ku gav biavêje, didomîne. Polîtîkayên qirkirinê di serî de jinên kurd hedef digirin. Bi polîtîkayên şerê taybet êriş li jinan tê kirin. Ew serî li hemû rêbazên şerê qirêj ên ku dikarin jinan ji nasnameya wan dûr bixin û bêparastin bihêlin, didin. Ji bo rawestandina van polîtîkayên qirkirin û şer em hatin gel hev. Em hatin cem hev ji bo ku weke jinan bijîn, weke jinan eleqedar bibin, weke jinan dest bi jiyanê bikin."   ‘ÊRIŞA ÇANDÎ YA HERÎ MEZIN LI DIJÎ JINÊ YE’   Di berdewamê de Mendeş anî ziman ku ew ê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li wargeh, kolan û kargehan berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Êrişa herî mezin a qirkirina çandî li dijî jinê ye. Li vir mijar jin e. Di vê xalê de divê em di her aliyê jiyanê de hev bibînin. Divê em bi berxwedan û rêxistinbûneke hevpar têkoşîna xwe mezin bikin.”   Civîn, bi bersivandin û nîqaşên li ser pirsên "Nexşeya têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirina çandî divê çawa be?” û “Divê çi bê kirin?” berdewam kir.