Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn 2024-08-04 16:00:52   QERS - Li gundê Sogutlu yê Qersê du malbat bi şer çûn. Di şer de 4 kes birîndar bûn.    Li gundê Sogutlu yê girêdayî navenda Qersê du malbatên di navbera wan de neyartî hebû, bi şer çûn. Di şer de 4 welatî birîndar bûn. Hat zanîn ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji ber keyatiyê di navbera malbatan de alozî derketibû û ew alozî îro veguherî şer. Di şerê navbera malbatan de yek jê jin bi giştî 4 kes birîndar bûn.    Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, welatiyên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêkanînê ya Tenduristiyê ya Kafkasê.