Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin 2024-08-04 09:07:44 STENBOL - Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku kurdî bi êriş û qedexetan tê krîmînalîzekirin û got: "Ji salên 90'î heya niha ev nîqaşên bêber ên der barê meseleya kurd de tên kirin. Lê ji xeynî windakirinê bi kêrî tu tiştî nayên."    Bertekên li dijî êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî didomin. Serokwekîlê Koma Partiay Saadetê û Parlamenterê Stenbolê Bulent Kaya, diyar kir ku helwesta li hemberî kurdî encama polîtîkayên "ewlehîparêz" ên dewletê ne. Kaya bibîr xist ku pêvajoya ku bi girtina kesên govend gerandine dest pê kiriye bi jêbirina nivîsên kurdî dewam dike û got ku bi vî awayî tê xwestin ku kurdî bê krîmînalîzekirin.    Kaya bilêv kir ku daxwazên herî masûm ên gelê kurd jî wekî tiştekî "terorê" be tên krîmînalîzekirin û got: "Dixwazin rageşiyeke civakî biafirînin. Helbet ne pêkan e ku mirov bi erênî nêzî vê bibe. Qedexe wê zirarê bide hesta aîdiyetê."    Kaya destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya jêbirina nivîsên kurdî tune ye û got: "Tu fêdeyeke van pêkanînan ne ji dewletê ne jî ji mielet re heye. Ji salên 90'î heya niha ev nîqaşên bêber ên der barê meseleya kurd de tên kirin. Lê ji xeynî windakirinê bi kêrî tu tiştî nayên."    Kaya bilêv kir ku di serî de partiyên muxalefetê û bi taybetî kesên welêt bi rê ve dibin divê bi aqilê selîm hereket bikin got ku ji bo her kes bi rengê xwe li vî welatî bijî divê gav bên avêtin û polîtîka bên pêşxistin.     MA / Esra Solîn Dal