Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin 2024-08-04 09:04:03   AMED - Muhîttîn Mûgûç ê OHD'î destnîşan kir ku kesên welatekî azad dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, 41 meh in tu agahî nayê girtin. Abdullah Ocalanê ku mafê wî yê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bi temamî ji dest hatiye girtin, herî dawî di 21'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Li dijî vê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê di serî de Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê û (CPT) û bi gitşî saziyên navneteweyî xwe li bêdengiyê datînin.    Rêveberê Navenda GIştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mûhîttîn Mûgûç, têkildarî tecrîda mutleq û bêdengiya saziyên navneteweyî axivî.    ‘DIVÊ MAFÊN HIQÛQÎ BÊN PÊKANÎN'   Mûgûç bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve didome û got ku mafên girtîbûnê yên Abdullah Ocalan nayên pêkanîn. Mûgûç bilêv kir ku armanca sereke ew e ku pêwendiya bi gel a Abdullah Ocalan ê di warê çareserkirina meseleya kurd de wekî muxatab tê dîtin , bê qutkirin.   Mûgûç pêavjoya ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin wekî "karesateke hiqûqê" wesifand û got: "Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) heye. Ger îhtimala darvekirina welatiyekî hebe, teqez divê bê hiştin ku biçe welatekî ewle. Anîan wî ya Tirkiyeyê bi xwe jî nîşan dide ku saziyên navneteweyî an jî hiqûqî bê çi qas qels mane diw arê afirandina derdoreke ewle de. Em nikarin pêvajoya niha li derî ya sala 1999'an bihêlin. NY û qada navneteweyî dikarin pêşî li ber vê bigirin, lê mixabin nakin."    ‘ÊRIŞÊN VÊ DAWIYÊ NE LI DERÎ TECRÎDÊ NE'   Mûgûç destnîşan kir ku êrişên vê dawiyê yên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî ne li derî tecrîda Îmraliyê ne û got: "Gava li Îmraliyê hevdîtin çêbibin, wê pirsgirêkên bi vî rengî bên çareserkirin. Wê ev hevdîtin di warê siyasî, aborî de xwe li her derî bide der û wê derdoreke aram biafirîne."   Mûgûç bilêv kir ku kesên dixwazin di warê aborî de aramiyek çêbibe, wekhevî û mîsgoreiyeke hiqûqî çêbibe û welatekî demokratîk dixwazin divê di warê tecrîdê de xwedî gotin bin û got: "Ji bo hevdîtina bi muxatabê meseleya kurd re, divê rêyên hevdîtinê bên vekirin."