Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin 2024-08-03 14:51:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê Komkujiya Şengalê şermezar kir û wiha bang li civata navneteweyî kir: “Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin.”    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca bingehîn a komkujiyê, tunekirina civaka êzidî bû.    Bi domdarî Rêveberiya Xweser wiha got: “Civaka êzidî di dirêjahiya dîroka xwe de rastî hemû cureyên zilm û zordestiyê hat û zêdetirî 74 ferman li dijî wê hatin kirin. Tevî mezinahiya vê trajediyê jî, lê civaka êzidî ya leheng ji bo rakirina tola zarokên xwe birînên xwe kewandin. Di demeke kurt de karî xwe bi rêxistin bike û ji bo rizgarkirina tevahî Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin. Her wiha ji bo xwebirêvebirinê û birêxistinkirina kar û barên Şengalê Meclisa Sivîl a Şengalê ava kir.”   Di berdewama daxuyaniyê de Komkujiya Şengalê bi tundî hat şermezarkirin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku Komkujiya Şengalê weke qirkirinê qebûl bikin.