Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin 2024-08-03 13:36:00 STENBOL - Lêpirsîna têkildarî êrişa nuqteya polîsan a Edliyaya Stenbolê hatiye destpêkirin, hate temamkirin. Di îdianameyê de ji 19 kesan re heya 15 salan cezayên hefsê tê xwestin.    Lêpirsîna têkildarî êrişa di 6’ê sibatê de li nuqteya polîsan a Deriyê C yê Edliyaya Stenbolê ya li Çaglayanê hatiye destpêkirin, hate temamkirin. Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye amadekirin de endamên DHKP-C’ê Pinar Bîrkoç û xwişkên wê Necmiye Bîrkoç û Nejla Bîrkoç, 4 endamên komîteya navendî, bi giştî 19 kes wek bersûc cih girtin.    Di îdianmeyê de çawaniya êrişa Emrah Yayla û Pinar Bîrkoçê pêk aniye cih girt.  Herwiha kuştina welatiyê bi navê Dilfiraz Karataş, Yalya û Bîrkoçê jî hate vegotin.     DERBARÊ 19 BERSÛCAN DE HEYA 15 SALAN CEZA HATE XWESIN   Di îdianameyê de derbarê bersûcên firar kirine Zerrîn Sari, Seher Demîr, Mûsa Aşaglû, Fahriye Erdal û bersûc Necmiye Bîrkoç, Nejla Bîrkoç, Ayten Ozturk, Diyar Ersoy, Elif Ersoy, Ercan Guneş, Gamze Eroglû, Hakan Încî, Hasan Karapinar, Meryem Ozsogut, Nazan Betul Vangolu Kozagaçli, Oktay Kelebek, Seda Şeraldi, Seher Adiguzel û Ûlaş Încî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal, 6 mehan heya 15 salan cezayê hefsê hate xwestin.    Darizandina bersûcan dê di 31’ê cotmehê de li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de dest pê bike.