KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin 2024-08-03 10:52:27   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyanî da û hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. KNK'ê go’: “Birînên kûr ên xelkê me yê Şengalê, bi tifaqeke xurt a kurdan dikare bên kewandin.”    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 10’emîn Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Şengal, warê qedîm ê civaka êzidî ye û ji hedefgirtina Şengalê ya ji hêla DAIŞ’ê ve hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn kiriye.    ‘DAGIRKERÊN KURDISTANÊ JI KOMKUJIYA DAIŞ’Ê MEMNÛN BÛN’   Bi domdarî KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Tirkiye, Îran û heta rêvebiriya Bexdayê, rejîma şovenîst a Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAIŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî kurd û antî Kurdistan yên van navendên dagirkeriyê. DAIŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst ên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwestin hemû destkeftên kurdan li başûr û rojavaya Kurdistanê têk bibin, careke din nîrê kolonyalîzmê deynin ser stûyê kurdan û hem jî ji aliyê teessubiya îslamî ve baweriya êzidîtiyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê êzidî da. Çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kir û dest bi komkujiyê li dijî xelkê me yê êzidî kir. Ji yên dorpêç kirî mêr pêkve kuştin, jin û zarok jî êxsîr kirin û ber bi dinyaya xwe ya reş ya kevneperestiya îslamî ve birin. Bi hezaran jinên ji xelkê me yê êzidî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawizkariyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAIŞ’ê revîn bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên din ên Kurdistanê. Çiyayê Şengalê bi bilindahiya xwe, xwe kire stargeha xelkê xwe yê êzidî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîda li ser xelkê me yê êzidî, Kurdistan û dinya hejand.”   ‘KURD Û KURDISTANÎ JI BO ŞENGALÊ SEFERBER BÛN’   Bi domdarî di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana rizgarkirina Şengalê jî hate kirin û wiha hat gotin: "Kurd, kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrişan girtin. Çi ji cebheyê sivîl ve, çi ji cebheyê leşkerî ve kurd, kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve li dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da çalak bû û hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê hewcehiyên mirovî ve piştevaniyeke mezin û fireh digel kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê êzidî kir, berxwedaneke mezin a parastinê kirin. DAIŞ bi seferberî û hevratiya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî de Şengal û cihên din ên Kurdistanê ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.”   ‘JI BO VEGERA ÊZIDIYAN DIVÊ XEBAT BÊN XURTKIRIN’   Daxuyaniya KNK’ê wiha berdewam kir: “Di gel ku Şengal îro ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û hejmarek mezin a xelkê me yê êzidî li cih û warê xwe yê dapîr û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3’yê Tebaxa 2014’an di giyanê wan de dewam dike. Hejmareke mezin a jinên êzidî yên ku hatine êxsîrkirin hêj jî aqûbeta wan ne diyar e. Ji ber ku ji vê bûyera xembar jina êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna li dijî kevneperestî, fanatîzm û zihniyeta reş a îslamî û divê ev pirsa jinên êzidî bi hemû giranahiya xwe ve daîm di rojevê da bê ragirtin. Her wiha hejmareke zêde ya xelkê me yê êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar de belav dibe, heta niha gelek Şengalî di kampan de ne û nezivirine Şengalê. Divê rê li ber zivirandina şengaliyan bêne vekirin û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurtkirin.   DIVÊ ŞENGAL XWEDÎ STATÛYEKE TAYBET BE   Mixabin hêzên ku lazim bû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şengalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsyar bûn, hêzên hikûmeta Iraqê û hêzên PDK’ê, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê êzidî hat. Ew hêzên Şengal neparastin, Şengal û xelkê wê teslîmê DAIŞ’ê kirin, bê ku hesabê xwe bidin, niha planan li ser Şengalê çêdikin. Rêveberiya Başûr beşa PDK’ê û hikûmeta Bexdayê çar sal berê anku di 9’ê Cotmeha 2020’an de bê ku pirs li gelê Şengalê bikin, peymanek çêkirin û dixwazin carek din Şengal û gelê Şengalê bê parastin bihêlin û bê îrade bikin. Balkêşe ji vê peymanê herî zêde dewleta tirk dilşad bû. Çawa di dagirkirina Şengalê de dewleta tirk hevkariya DAIŞ’ê kir, di peymana 9’ê Cotmehê de jî destê dewleta tirk heye. Gelê Şengalê û hêzên parastina Şengalê vê peymanê qebûl nakin û dijî wê radiwestin. Pêwîst e îradeya gelê Şengalê esas bê girtin û planên cuda li ser wan neyên ferzkirin. Gelê Şengalê ji ber nasnameya xwe ya êzidî, ev e serê sedane bi êrişên hovane re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastiyekî derdixe holê ku pêwîst e şengalî hem xwe biparêzin û hem jî xwe birêve bibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser were dîtin.   KEWANDINA BIRÎNAN BI HEVGIRTINEKE MEZIN A NETEWEYÎ DIBE   Di salvegera vê bûyera dilsoj a bi serê xelkê me yê êzidî hatiye anîn de, dilê kurdan hêj jî şkestî û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, êş û janan bi hevgirtineke mezin a neteweyî û nîştimanî ya kurd û kurdistaniyan ve dibe.   KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê êzidî hatiye anîn, bibe sebeba tifaqa navxweyî û kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyariyî xelkê me bikin.”