Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin 2024-08-03 09:00:44   AMED - Nûnerên saziyên ziman û çandê bertek nîşanî êrişên li dijî ziman û govenda kurdî dan û gotin: “Dê gelê kurd û zimanê wan tune nebe. Divê em govenda xwe mezin bikin.”    Êrişên li dijî zimanê kurdî roj bi roj zêdetir dibin. Operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî kesên li ber stranên kurdî govend gerandin didomin. Li hêla din nivîsinên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî bi fermana Wezareta Karên Hundir tên jêbirin.    Bertekên li dijî erişên ser kurdan û kurdî didomin. Dengbêj Naîfê Minusê (Naîf Subaşi) girtina welatiyan a ji ber govendên li ber stranên kurdî weke “zordestî” pênase kir û wiha got: “Hewl didin ziman û çanda kurdan qedexe bikin. Em yek ji gelên herî qedîm ên vê xakê ne û radibin ji me re dibêjin; ‘Hûn ê bi zimanê xwe neaxivin, hûn ê nekarin govendê bigerînin.’ Heke wiha bê gotin, ji vê re dibêjin zîhniyeta serdest.”    Bi domdarî Minusê anî ziman ku tê xwestin gelê kurd bi van polîtîkayan were tunekirin û wiha pê de çû: “Bila kesek ji bîr neke ku ew çiqas qedexe bikin jî dê gelê kurd û zimanê kurdî tune nebe. Divê em li dijî van polîtîkayan bibin yek.”    ‘EM XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN’   Dengbêj Mistefayê Botî (Mûstafa Oguz) jî ev tişt anî ziman: “Kesên dijminatî li kal û bavên me dikirin nikarin ji me re bibin dost.” Botî, got ku divê li dijî qedexekirina govendan her kes hêj bêhtir govendê bigerîne.    Têkildarî mijarê Dengbêj Siddiqê Farqînê (Siddik Baran) jî êrişên di demên dawî de li dijî ziman û çanda kurdî tên kirin şermezar kir û wiha got: “Dema dixwazin civakekê tune bikin, ji ewil hewl didin zimanê wê tune bikin. Armanca êrişan jî ew e ku ziman û çanda me tune bikin. Divê em xwedî li çanda xwe derkevin û yekitiya xwe pêş bixin.”    ‘DIXWAZIN ROJEVÊ BIGUHERÎNIN’    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû jî anî ziman ku bi êrişên di demên dawî de li dijî kurdî tên kirin re dixwazin li rexekî êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bidin jibîrkirin û li aliyê din jî rojevê biguherînn. Azîzoglû, diyar kir ku êrişên li dijî ziman û çanda kurdî ji destpêka komarê heta niha didomin û wiha pê de çû: “Ev rewşa dawî, amadekariyên êrişên nû ne. Divê kurd li her derê xwedî li zimanê xwe derkevin û bersiveke xurt bidin kesên dixwazin rojevê biguherînin.”    ‘DIVÊ EM GOVENDÊN XWE MEZINTIR BIKIN’   Ji perwerdekarên Ma Musicê Yûnûs Çelîk jî daxuyand ku govend ji bo kurdan xwedî cihekî girîng e. Çelîk, axaftina xwe wiha qedand: “Govend, çalakiyeke wisa ye ku civakê tîne ba hev. Qedexekirina govendê, tê wateya domandina polîtîkayên pişaftinê. Sedema wê, bêtehemûliya li hemberî kurdan û kurdî ye. Naxwazin tu tiştekî bi navê kurdan û kurdî hebe. Ev yek nîşan dide bê ka xwedî zîhniyeteke yekperest ê çawa ne. Li hemberî vê zîhniyetê divê em dev ji govend û zimanê xwe bernedin. Divê li dijî van polîtîkayan em govenda xwe hêj berfirehtir û mezintir bikin. Li hemberî polîtîkayên pişaftinê yên li dijî zimanê me, divê em hêj bêhtir bi kurdî biaxivin. Divê em li her derê govenda xwe mezintir bikni. Hewceye em têkoşîna xwe mezintir bikin.”