ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN 2024-08-03 09:00:16   * Der barê 6 cerdevanan de ku tevî zext û gefan jî cihgirtina di êrişên li Herêma Kurdistana Federe de red kirin, doz hat vekirin.    * Hevseroka BEKSAV'ê Canan Kaplanê diyar kir ku îro hunermendên kurd û sosyalîst bi polîtîkayên tecrîdê tên tepisandin û tirsandin û got: "Hevdîtina bi gel re tê astengkirin."   * Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen bertek nîşanî girtina kesên ku ji ber stranên kurdî û govendgerandinê hatin girtin û jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî da û got: "Kurdî parçe nake, lê ev feraset wê welêt parçe bike."   * Nûnerên saziyên ziman û çandê bertek nîşanî êrişên li dijî ziman û govenda kurdî dan û gotin: “Dê gelê kurd û zimanê wan tune nebe. Divê em govenda xwe mezin bikin.”    * “Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” ku Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê dê li Wanê li dar bixe û du roja bidome, bi beşdariya hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê dest pê bike. (10.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina faîlên wan, dê li Qada Galatasarayê bên gel hev. (12.00)   * ÎHD û Xizmên Windakiriyan dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixin. (11.00-13.00)   * Bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê ku DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî kiribû, dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin û çalakî bên lidarxistin. (13.00-20.00)   * Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, dê li Stenbol û Enqereyê daxuyanî bên dayin. (13.30)   * Dê li Amedê maça fînalê ya Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku were lîstin. (19.00)   * Çalakiyên ziman ên MED-DER û Enstîtûya Kurd a Amedê yên li Parka Newrozê dê bidomin. (19.00)     * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Stenbolê hatiye destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)