Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin 2024-08-02 16:04:49   COLEMÊRG - Parlamenterê DEM Partiyê yê Onur Duşunmez bertek nîşanî tundiya li Geverê li ciwanan hatiye kirin da û wiha got: “Hûn nikarin bi polîtîkayên zext û îşkenceyê serî bi ciwanan bidin tewandin.”    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hinek ciwan ji hêla polîsan ve hatin revandin û îşkence lê hate kirin. Têkildarî îşkenceya polîsan daxuyanî hate dayin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li pêşiya navenda kargehan a Geverê tundiya li ciwanan hatiye kirin protesto kir. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan jî tev li bûn.    'EM PAŞVEGAVÊ NAAVÊJIN’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez diyar kir ku du ciwan ji hêla polîsan ve hatine derbkirin û wiha got: “Tevî rapora derbkirinê jî Wezareta Karên Hundir û walîtiyê gotin ku haya wan jê tune ye û emniyetê tiştekî wiha nekiriye. Her roj taxên Orman û Kişlayê dorpêç dikinb û gefan li gel dixwin. Kesê ev îşkence li ciwana kirî, navê wî Abdurrezzak e. Ev kes her kî be divê tavilê bê tespîtkirin. Yê ku Abdurrezak ev ciwan teslîmî wî kirî jî kesekê bi navê Yûsûf e. Ev kes li TEM’ê xwedî rayeya amirtiyê ye. Em amirê ku îşkencekariyê idke bi raya giştî re parve diki. Armanca van kesan a ji îşkenceyê çi ye?”    Bi domdarî Duşunmez anî ziman ku sepanên mîna salên 90'î dê nekarin serî bi ciwanên Geverê bidin tewandin û wiha pê de çû: “Bi sala ye hûn heman polîtîkayên îşkenceyê didomînin. Ma heta niha we karî bi gelê kurd paşvegavê bidin avêtin? Tevî ku biryara binçavkirinê tune ye jî çawa dibe ku mirov tên derbkirin, binçavkirin, telefonên wan tên bloqekirin û piştî îşkenceyê li cihên dûr tên berdan? Ev yek di kîjan hiqûq û wijdanê de heye? Me serî li ber îşkencekaran netewand û dê ji vir û şûnde paşvegavê neavêjin. Em van êrişên we yên li dijî ziman, gel û ciwanên kurd qebûl nakin. Dê îşkencekar nekarin me ji rêya me bikin. Em ê xwedî li ziman, nasname, ciwan û zarokên xwe derkevin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.