Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin 2024-08-02 15:37:57   ŞIRNEX - Nivîsa hişyariyê ya Pêşî peya yên ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve li ser rêyan hatibûn nivîsandin û îro ji aliyê hin kesan ve hatibûn jêbirin, dîsa hate nivîsandin.    Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî “Pêşî Peya” ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve ji bo welatiyan li Kolana Veterînerê ya Taxa Şaxê hatibû nivîsandin, ji aliyê hin kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hatin jêbirin. Li hemberî vê yekê Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş, Parlamenterên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Newroz Uysal Aslan, rêveberiya DEM Partiyê ya navçeyê, endamên meclisa şaredariyê û Dayikên Aştiyê li kolana nivîs lê hatine jêbirin hatin gel hev.    Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş li vir axivî û bal kişand ser êrişên li ser ziman û çanda kurdî yên di demên dawî de. Durmuş, wiha got: “Ev êriş ne tenê li ser xebatên şaredariyên me ne, li dijî hebûna gelê me ye. Ev bêtehemûliya li hemberî kurdî ne tiştekî asayî ye. Di demên berê de jî êriş li ser kurdan hebûn. Lê heke hê di dema me ya îro de ev êriş bên kirin, pêwîste ku em vê bi awayekî din binav bikin. Em van êrişên li ser zimanê kurdî û çanda me qebûl nakin. Em ê çand û zimanê xwe biparêzin û ji bo vê jî em ê bêtir têbikoşin.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî destnîşan kir ku ew ê li dijî bêtehemûliya li hemberî zimanê kurdî kir heta dawiyê têbikoşin.   Piştî axaftinan nivîsa “Pêşî Pêya” bi dirûşma "Bijî zimanê kurdî" hate nivîsandin.