Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin 2024-08-02 14:55:12     ÎZMÎR - Li Girtîgeha Menemenê der heqê 7 girtiyên li dijî lêpirsîna nasnameyê derketin de lêpirsîn hate destpêkirin.    Girtiyên bi navên Emre Yalçn, Ferhan Mordenîz, Harun Yakaç, Îrfan Emînoglû, Ramazan Işikli, Talîp Yakişir û Ugur Yildiz ku li Girtîgeha Menemen a Îzmîrê tên ragirtin, dema derketin hewşa girtîgehê nasnameyên girtîgehê jê hatin xwestin. Girtî li dijî vê derketin û bi vê sedemê der heqê girtiyan de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Hat zanîn ku parêzer dê li dijî lêpirsînê îtîrazê bikin.    Her wiha li gorî agahiyên parêzeran dane; ev demekî dirêj e li heman girtîgehê ava qirêjî diherike, girtiyan ji bo cîhazên dawerînê serî li rêveberiya girtîgehê dane lê rêveberiyê bersiva “Ma heke cîhazê me yê dawerînê hebe em ê çima bixin girtîgehê, em ê ji bo gel bi kar bînin.” daye. Li ser vê yekê girtiyan serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Îzmîrê dane lê hêj tu bersiv jêre nehatine dayin.