DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin 2024-08-02 12:44:41 ENQERE - Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê diyar kir ku li ser giliyên hatine kirin, derheqê Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin.    Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ragihand ku der heqê Hevşaredarê Qoser a Mêrdînê Zeynî Îpek de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin. Daxuyanî ji hêla Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate dayin û wiha hate gotin: “Piştî gilî û belgeyên ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a partiya me re hatin, hat tespîtkirin ku li dijî nirxên rêgez û exlaqê tevgeriyaye. Lewma derheqê wî de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Dê encama lêpirsîna disiplînê di demeke nêz de bê eşkerekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.”