Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî 2024-08-02 10:02:55   WAN - Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û ya Navçeya Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdag têkildarî êrişên ser zimanê kurdî axivîn û diyar kirin ku êdî zimanê xizmeta wan dê bi kurdî be. Hevşaredaran gotin ku dê xebatên xwe bi kurdî bikin û bêhtir bi kurdî biaxivin.    Nivîsên bi kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê li ser cadeyan hatibûn nivîsandin, bi fermana Wezareta Karên Hundir bi îdiaya “ne li gorî standartan e” hatin jêbirin.    Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdag têkildarî êrişên nîjadperest ên li dijî zimanê kurdî axivîn û gotin ku dê xebatên xwe bi pirzimanî bikin.    'ZIMANÊ BAJAR ÇI BE DÊ ZIMANÊ XIZMETÊ EW BE’    Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku ji pêvajoya hilbijartinê heta niha her tim gotine ku dê bi feraseteke demokratîk û gelparêz xizmetê bikin û dê xebatên wan pirzimanî bin. Sonuk, wiha domand: “Di hemû xebatan de tekane tişta me anî ziman ev bû; dê hemû xebatên me pirzimanî bin û dê tenê bi zimanekî xebatan neki. Zimanê dayikê yê bjar çi be divê xizmet jî bi wî zimanî be. Di vê çarçoveyê de weke karê ewil me nivîsên hişyariyê nivîsand. Di esasê xwe de êriş ji ewil bi jêbirina nivîsên bi kurdî dest pê nekir. Beriya wê ciwanên li Mêrsînê li ber stranên kurdî govend digerandin hedef hatin nîşandan û hatin girtin. Van rêze êrişên nîjadperest, bandor li gelek bajaran kir.”    'EM Ê HÊJ BÊHTIR XEBATÊN BI KURDÎ BIKIN’   Di berdewamê de Sonuk anî ziman ku li Êlihê li dijî zimanê kurdî êrişek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo jêbirina nivîsan hinceta ‘Ne li gorî standartên midûriyeta rêbejê ye.’ nîşan didin.  Lê me hemû xalên rêbejê xwend û di wir têkildarî zimanên cuda tu xalek tune ye. Ev rewş vê yekê nîşanî me dide; tekane standarta vê zîhniyeta yekperest tirkî ye û ji bilî tirkî tu zimanan nas nake. Lê weke şaredariyên demokratîk em ê ne tenê li ser rêyan, di her qada jiyanê de cih bidin kurdî, bi kurdî biaxivin û xebatên xwe bi kurdî bikin. Ji ber ku ji sedî 95’ê Êlihê kurd e û zimanê wan kurdî ye. Lewma heke xizmeteke wekhev ji her kesî re were kirin, divê xizmet li gorî zimanê dayikê û çandan were kirin. Tevî hemû êrişan jî em ê xebatên xwe yên bi kurdî bidomînin û bi kurdî biaxivin.”    Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdag jî bal kişand ser bêtehemûliya li hemberî kurdan. Akdag, diyar kir ku dê xizmeta bi kurdî bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd vê zordestiya li hemberî hebûn, çand û zimanê xwe qebûl nake û dê têbikoşe. Em jî dê bi biryarên meclisê re navên kolan, park û saziyên navên wan hatine guherandin bi kurdî bikin. Di halê hazir de ji bo kurdî xebatên me hene û me ji bo zarok û ciwanan qursên bi kurdî vekir. Em ê li her qada bajar kurdî pêş bixin.”   'EM Ê TEVÎ GELÊ XWE BIXEBITIN’   Akdag, anî ziman ku ew ê li dijî êrişan zimanê kurdî biparêzin û tevî hemû astengkirinan jî dê xebatên xwe bidomînin. Akdag, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê xebatên xwe bi awayeke komunal û bihêz bimeşînin. Mamosteyên kurdî yên dilxwaz xwestin bi me re bixebitin û piştgiriyê bidin. Her wiha hevalên ciwan ên di mijarên çand, huner û ziman de bi dilxwazî dibin alîkar hene. Em ê tevî gelê xwe xebatên xwe bi xurt bimeşînin.”