Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-08-01 16:09:48   AMED - 5 kesên bi hinceta govenda kurdî li navçeya Pîranê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li navçeya Pîranê ya Amedê 5 welatî bi hinceta ku di dema geştê de li ber muzîka kurdî govend gerandine, hatibûn binçavkirin. Welatiyên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê sewqî Edliyeya Pîranê hatin kirin. Welatiyan li vir bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade dan dozgeriyê û daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar a Amedê hatin kirin.    Welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin darizandin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hat zanîn ku lêgerîna 2 kesan a di çarçoveya operasyonê de jî berdewam dike.