Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye 2024-08-01 12:41:52 AGIRÎ - Karkerên bipeyman ên Şaredariya Panosê, beravêtiyên paş de tên vegerandin kom kirin. Hat îdiakirin ku Şaredar Abdulhalik Takşin ê peymana karkeran betal kiriye, beravêtiyên karkeran kom kirine daye şewitandin.    Hat destnîşankirin ku Şaredariya Panosa Agiriyê peymana karkerên beravêtiyên wek kaxiz û tiştên din kom dikin, betal kir û beravêtiyan karkeran kom kirine jî daye şewitandin. Li gorî agahiyên bi dest ketine peymana karkerên beravêtiyan kom dikin a Metîn Uldeş, Onûr Înan, Serhat Înan, Kadîr Uldeş, Caner Akpolat, Îsmaîl Ayaz û Ebûbekîr Încî bi riya şîrketa Încî Gerî Donuşumê bi şaredariyê re peyman îmze kiribûn ji hêla şaredarê di hilbijartina 31’ê adarê de hatiye hilbijartin Abdulhalîk Taşkin ve hate betalkirin. Piştre bi teklîfa 66 hezar lîreyan peymanekî nû hate pêşniyazkirin. Lê belê karkerên peymanê qebûl nekirine, hemberî tiştên hatine kirin derketin. Bi ser vê yekê beravêtiyên karkeran kom kirine hatin şewitandin.    ‘EM Ê MAFÊN XWE YÊN HIQÛQÎ BI KAR BÎNIN’   Berhevkarê beravêtiyan Ebûbekîr Încî destnîşan kir ku Şaredar çav berdaye keda kerkeran û wiha axivî: “Ev nêzî 7 sal in em di nava çopên navçeyê de beravêtiyan kom dikin û debara xwe pê dikin. Li vê derê tevî malbatan nêzî 150 mirov nan dixwin. Şaredarê AKP’î peymana me betal kir û xwest bi me re peymanekî nû çêke. Peymana nû di mehê de 66 hezar bû. Tevî ku me rewşê bi caran jê re got jî fêm nekir. Dema ku me vê qebûl nekir duh xebatkarên şaredariyê hatin û beravêtiyên me kom kirine dan ber agir. Em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin.”