Li Omeryanê pevçûn derket 2024-08-01 11:11:04   MÊRDÎN - Hat ragihandin ku li herêma Omeryanê ya Nisêbînê ku weke “Herêma ewlehiya taybet” hatiye ragihandin, pevçûn derket.    Li Herêma Omeryanê ya Nisêbîn a Mêrdînê 4 gund weke “Herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin. Piştre jî li herêmê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku li herêma operasyon lê hatiye destpêkirin pevçûn derket. Hat îdiakirin ku di pevçûna şevê din li çoltarê Talatê derketî de endamekê HPG’ê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bûye.    Operasyona li herêmê didome û hat gotin ku cenazeyê kesê tê îdiakirin jiyana xwe ji dest daye anîne morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.