Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît! 2024-08-01 11:05:37   AMED - Di “Doza Îstîsmarê ya Pasûrê” de ku bi sala ya didome, dadgehê ji bo 21 faîlan biryara beratê dabû. Îtîraza li dijî vê biryarê hatiye kirin, ji hêla îstînafê ve hate redkirin.    Zarokekê ji ber êrişa zayendî ya sîstematîk a ji hêla 21 zilaman ve di navbera 13’ê hezîrana 2014’an û 21’ê adara 2015’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê lê hatibû kirin, gilî kiribû. Danişîna biryarê ya dozê di 28’ê îlona 2023’yan de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.    Ji bo faîl Bayram Baran, Raydîn Eren, Bunyamîn Can, Emrah Zengîn, Erhan Oruç, Ersîn Şahîn, Mehmet Şahîn, Mûstafa Şahîn, Fûat Gulsun, Huseyîn Çelîk, Mehmet Kara, Mehmet Taş, Melîk Seyîtvan, Akîf Kahraman, Mûstafa Yildiz, Yakup Alu, Selahattîn Avci, Serhat Eren, Ugur Kahraman, Yucel Akdenîz û Mûstafa Altin ku negirtî dihatin darizandin, bi îdiaya “Delîl kêm in” biryara beraetê hate dayin.    Parêzean jî li dijî biryarê serî li îstînafê dan. Îstînafê, ji bo biryara dadgeha herêmî got “Li gorî hiqûqê ye.” Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; parêzerên zarokê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî biryara dadgeha herêmî birin îstînafê. Daîreya 7’emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Amedê jî bi îdiaya “yekser ji bûyerê zirar negihiştiyê” serlêdana ÎHD’ê red kir.    ‘DERHIQÛQÎ NEDÎTIN’    Îstînafê, îdia kir ku di biryara dadgeha herêmî ya ji bo sûcên “Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” û “îstîsmara zayendî ya biwesf” de “li gorî usûl û esasê tu derhiqûqtî tune ne.” Bi vê îdiayê jî serlêdan red kir. Dosya ji bo temyîzê ji Dadgeha Bilind re hate şandin.