Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin 2024-08-01 10:14:32   MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Kerboranê ya berê Hatîce Gevcan piştî teqezbûna cezayê wê hate girtin.    Îro di danê sibehê de cendirmeyan li gundê Xelîla yê navçeya Kerboran a Mêrdînê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kerboranê ya berê Hatîce Gevcan hate binçavkirin.    Ji ber dosyayekê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Gevcan hatibû birîn û ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Gevcan birin Edliyeya Kerboranê û piştî li Dadgeriya Cezayên Sulhê cezayê wê li rûyê wê hate xwendin, şandin girtîgehê.