Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê 2024-08-01 09:11:00   ŞIRNEX - Der barê endamên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê de ku di çalakiya şermezarkirina  qeyûm de  sirûda "Herne Pêş" gotin, lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsînê de xwendina sirûda "Herne Pêş" wekî sirûda "terorê" hat pênasekirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajarên Kurdistanê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê bi çalakiyên wekî daxuyanî, meş û rûniştinê protesto kirin. Li navçeya Hezex a Şirnexê di 30'yê hezîranê de  rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê xwest ku ji navenda navçeyê heta avahiya şaredariyê ya navçeya Hezex a Şirnexê bimeşin, lêbelê avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hat dorbêçkirin û meşa ber bi şaredariyê ve bi hinceta qedexeya walitiyê heye hatin astenkirin. Girseya ku xwestin bimeşin jî rastî êrişa polîsan hat. Girseyê astengî û dorpêça polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kir. Girseya ku derbasî çalakiya rûniştinê bû merşa "Herne Pêş" xwendin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê 13 kesan de ku hevşaredarê  Hezexê Dogan Adîbellî, Hevseroka navçeya Hezexê Songul Erden, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên TJA'yî, endamên meclisa şaredariyê jî di nav de, bi hinceta ku strana “Herne Pêş” gotine lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 13 kes çûn Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û îfade dan.   SIRÛD PESNÊ PKK'Ê DIDE!    Ji 13 kesên ku îfadeya wan hat girtin ev pirs hat kirin: " Çalakiya bê destûr ku ji aliyê Rêxistina Navçeya DEM'ê ya navçeya Hezexê ve ku hûn hevserok û berpirsyarê hemû xebatên wê ne, ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin an jî ji cihekî/kesekî ferman hatiye girtin ku hûn pêk bînin? Ev sirûde ji aliyê kê ve hatiye hilbijartin? Armanca we ya gotina sirûda Herne Pêş a ku pesnê rêxistina terorê ya PKK/KCK'ê  dide çiye?"    Hevseroka DEM Partiyê ya Hezexê Songul Erden ku bi parêzerê xwe re çû Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê û îfade da, bersiva pirsên ku hatine kirin wiha da: "Rêxistina me ji bo şermezarkirina tayinkirina qeyûm a li ser Şaredarê Colemêrgê biryar da ku  meşek li dar bixin, dema ku me xwest em bi komî ji avahiya partiyê derkevin, hêzên ewlehiyê nehiştin em derkevin, li dijî vê em li wesayîtan siwar bûn û li nêzî şaredariyê rawestiyan. Hêzên ewlehiyê wesayît rawestandin, dema me xwest ji wesayîtan xwe pêya bibin û ber bi şaredariyê ve bimeşin, dîsa hêzên ewlehiyê mudaxele kir û di wê encamê de  qirika min girtin û bi mertalan dehf dan min.  Ji ber vê yekê em li cihê ku lê bûn rûniştin, ji ber vê mudexeleya ku li min hatiye kirin ez zêde ne li ser hemdê xwe bûm ji ber wê  sirûda bi navê Herne Peş min gotibe negotibe nizanim."   'DIXWAZIN KU ÇAND Û ZIMANÊ ME QEDEXE BIKIN'    Endama TJA'yê Meryem Eşkara a ku der barê wê de jî lêpirsîna xwendina Herne Pêş hatiye vekirin bertek nîşanî lêpirsînê da û wiha got: "Ev merşe li gorî min ne sûce. Çawa ku stranên kurdî gotin ne sûce ev jî ne sûce û heta roja me ya îro jî nehatiye qedexekirin. Beriya niha jî li ser stranên me û merşên qedexe hebû. Niha jî dixwazin ku weke salên 90'yan stranên me qedexe bikin. Lê ev sirûd û stranên me ne qedexe ne.  Ev sirûde  li ser Youtubê jî heye kî bixwaze dikare guhdar bike. Dixwazin bi vê yekê sirûdên me û stranên me qedexe bikin. Çiqas êrişî li ser çanda me zimanê me êriş bikin em ê ewqasî xwedî li wan derbikevin û li dijî van êrişan jî tebikoşin û em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Me di çalakiyê de ev sirûd got lê ji ber ku sirûda me ye me ev sirûd gotin. Niha der barê me de lêpirsîn hatiye vekirin ev nayê qebûlkirin."