ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-01 09:00:06   * Der barê endamên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê de ku di çalakiya şermezarkirina  qeyûm de  sirûda "Herne Pêş" gotin, lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsînê de xwendina sirûda "Herne Pêş" wekî sirûda "terorê" hat pênasekirin.     *7 meh derbas bûn hê jî waliyê nû yê Kerkûkê nehatiye hilbijartin. Rêvebera Tevgera Azadiyê Ronak Macîd, anî ziman ku PDK ya li dijî tifaqa kurdan e û bi Tirkiyeyê re hereket dike, dixwaze tevî Tirkiyeyê YNK tesfiye bike.   * Endama MYK'ê Semîha Şahîn ku têkildarî kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin" a Meclisa Jinan a DEM Partiyê daye destpêkirin axivî, diyar kir ku ew ê li her derê daxwazên jinan ên wekhevî û azadiyê bînin ziman û dest ji van daxwazan bernedin.    * Li navçeya Bornovayê qereqolê îfadeya C.K. ya ajovanê texsiyê Emre Û. dest dirêjî wê kir nehat girtin û li Qereqola Încîraltiyê jî hat tawanbarkirin û biçûkxistin. Piştî gilîkirinê çendî delîlên berbiçav hene jî kiryar nehat girtin û bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    * Rojnameger Amed Dîcle diyar kir ku dewleta tirk hewl dide tevahiya Herêma Federe ya Kurdistanê dagir bike û sedema veguhestina komên paramîlîter a li herêmê jî wiha nirxand: “Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e.”    * Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo, diyar kir ku piştî fermana 74'an  li Şengalê guhertinên dîrokî çêbûn û wiha got:" Niha her hûcreyeke civakê bi paradîgmaya neteweya demokratîk tê avdan, her birîneke civakê bi vê fikrê tê dermankirin."   * Welatiyên li dijî lêgerînên rezervên madenan ên li zozanên Hasandinê di çalakiyê de ne wiha gotin: "Em ê van deran nedin şîrketan.”   * Xebatkarê CPT’iyê Kamaran Osman anî ziman ku dema ew serdana Herêma Federea ya Kurdistanê kiriye jê re peyama ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ hatiye avêtin û got: “Ev ne operasyonekî leşkerî ye, ev bi temamî dagirkerî ye.”   * Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê dê li hotêleke li Wanê komxebata jinan li dar bixe. (10.00) ZINDÎ   *Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê dê girtin û binçavkirinên ji ber stran û govendên kurdî, li Cadeya Sakaryayê protesto bike. (18.00)   * Çalakiya nobetê ya ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhaneyê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê hatiye destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)