Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin 2024-07-31 20:08:36   CENEVRE - Girseya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Cenevreyê li hev civiyan, qirkirina êzdiyan protesto kirin.   Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome.   Di çalakiya rûniştinê ya di vê hefteyê de ku li Qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye tê lidarxistin, di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hat kirin, hat protestokirin.   Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên komkujiyê destpê kir. Piştre li ser navê Komîteya Çalakiyê Veysel Kuşkanadi axivî û kesên di Qirkirina Êzidiyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Kuşkanadi destnîşan kir ku 41 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û li dijî tecrîd û êşkenceya li ser Abdullah Ocalan carek din bang li saziyên navneteweyî û bi taybet Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê (CPT) û NY kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.   Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Îbrahîm Yuksel jî metna daxuyaniyê xwend. Yuksel bal kişand ser asta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîd li ser tevahî gelên bindest û bi taybet li ser gelê kurd tê sepandin.   Yuksel îşaret bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Destkeftiyên ku xelkê Başûrê Kurdistanê bi dehan salan in bi dayîna berdêlên mezin bidest xistiye, îro ji aliyê malbata Barzanî ve pêşkêşî dewleta tirk tê kirin.” Yuksel xiyaneta malbata Barzanî şermezar kir û bi bîr xist ku heman hawirdor di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi radestkirina xelkê Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê re bûye şirîkê qirkirinê.   Yuksel diyar kir ku dewleta tirk di demên dawî de lez daye qirkirina çanda kurd û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan çand û nasnameya xwe biparêzin.   Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan heta saet 17:00’an dewam kir.