Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin 2024-07-31 16:53:38   ŞIRNEX- Ajokarên TIR’an ên di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de dixebitin, ji ber cezayên trafîkê yên zêde kontak girtin.    Ajokarên TIR’an ên di navbera Tirkiye û Herêma Federe ya Kurdistanê de dixebitin, ji ber ku di sala 2020’ê de wesayîtên wan li Herêma Federe ya Kurdistanê ketin ber radarê ceza lê hate birîn. Ajokaran, ji ber van cezayan çalakiya girtina kontakê li dar xistin. Ajokaran gotin ku diyar nîne bê ka di vê dîrokê de kê wesayît bi kar anîne û ceza ji ber plakayên wesayîtan hatine birîn. Ajokaran, li pêşiya Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê kontak girtin.    Ajokaran da zanîn ku cezayê di sala 2020’ê de hatine birîn û sepaneke neheq e. Ajokarani diyar kirin ku heta cezayên wan tên jêbirin dê ji deriyê gumrikê derbas nebin. Ajokar, li Qada Walîtiyê ya girêdayî Îdareya Taybet a Walîtiya Şirnexê disekinin û dixwazin daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin.