SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî 2024-07-31 14:32:46   AMED - Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Amedê Îlknûr Ayik diyar kir ku bi ser bûyera jehrîbûnê ya li Zanîngeha Dîcleyê re 14 roj derbas bûn lê hêj jî tu sererastkirin nehatine kirin. Ayik, got ku dê boykota xwe bidomînin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê têkildarî bûyera jehrîbûnê ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya di 17’ê tîrmehê de daxuyanî da ku 700 kes jehrî bûbûn. Daxuyanî li pêşiya Dekantiya Fakûlteya Tipê hate dayîn û pankarta “Li vê kargehê boykot heye. Xwarinên bitendurist, bihîjyen û yên têr dikin maf e” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em ê ji sermayeyê re nebin qurban” û “Tenduristî maf e, nayê firotin” hatin berzkirin. Çalakvanan pêşmalkên “Tenduristiya bêpere, ya mirov bikarê xwe bigihînê û bi zimanê dayikê” li xwe kirin. Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Amedê Îlknûr Ayik di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî çalakiyên wan ên heta niha jî di xwarinan de tu sererastkirin çênebûne.    Ayik, diyar kir ku ew xistine rewşekî wisa ku êdî dibêjin “Bila xwarinên we me nexweş nekin em tu tiştekî din naxwazin” û wiha got: “Ji ber xwarina nîvro ya di 17’ê tîrmehê ya li Nexweşxaneya Dîcleyê de 700 kes jehrî bûn û 2 jê rakirin beşa venêrîna awarte. Ji ber bakteriya tîfoyê jehrî bûne. Rêveberên nexweşxaneyê li xwarinê lêkolîn bikin û encamên numûneyan bi raya giştî re parve bikin, ev 14 roj in hêj daxuyanî nedane. Em ê bêdeng nemînin. Ji bo Baroya Amedê serlêdana sûc bike û bûyer were lêkolînkirin, me hewldanên pêwîst kirin. Tevî 14 roj derbasbûne jî di xwarinan de sererastkirin çênebûye. Divê nexweşxane xwarinê bi çavkaniyên xwe yên taybet bike nexwe dê boykota me bidome.”