Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da 2024-07-31 11:28:20   KONYA - Zarokê 16 salî yê bi navê Eren Dag ku li MESEM'ê dihat xebitandin, kete ceyranê û jiyana xwe ji dest da.    Zarokê bi navê Eren Dag ê 16 salî ku xwendekarê Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) a girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) bû, li navçeya Karapinar a Konyayê di dema xebata sondaja ji bo vekirina bîrê de kete ceyranê û jiyana xwe ji dest da.    Xwendekarê MESEM a Karapinarê Eren Dag, şevê din li gel fîrmaya sondajê çû derdora Akorenê. Dema li vir ji bo vekirina bîrê xebat dihatin meşandin, Dag kete ceyranê. Dag, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê û jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku kekê Dag, Mûsa Dag jî li heman kargehê dixebite.    LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN   Tê payin ku cenazeyê Eren Dag piştî karûbarên otopsiyê li navçeya Karapinarê bê definkirin. Têkildarî bûyarê lêpirsîn hate destpêkirin.