Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin 2024-07-31 10:10:56   ÎZMÎR - Parêzerê OHD’î Mehmet Selahattîn Tîmûr got ku li girtîgehên Herêma Egeyê binpêkirinên têkildarî xwegihandina tenduristiyê, lêgerîna tazî û muameleya xerab tên kirin û wiha got: “Derheqê girtiyên ku salvegera serkeftina Kobanê pîrozkirin de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.”    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê ku roj bi roj zêde dibin, bi girtiyên siyasî re hevdîtin kirin. Komîsyonê, hefteyek berê hevdîtinên xwe temam kir û tespît kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û binpêkirinên weke lêgerîna tazî, muameleya xerab û tundiyê tên kirin.    Sekreterê Şaxa OHD’a Îzmîrê û endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Selahattîn Tîmûr têkildarî serdanên xwe ji ajansa me re axivî.    'GIRTIYAN PIŞTÎ 2-3 MEHAN DIBIN REVÎRÊ’    Tîmûr, da zanîn ku di nava 3 mehên dawî de bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî binpêkirina mafê tenduristiyê zêde bûye. Tîmûr, diyar kir ku girtiyan nabin revîrê yan jî pir dereng dibin. Tîmûr, wiha domand: “Bi taybet jî li girtîgehên Îzmîrê girtî piştî 2-3 mehan dibin nexweşxaneyê. Sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyan jî wisa tên vehêlandin. Gelek caran girtiyên randevuya wan hene jî nabin. Ev rewş bi taybet jî dike ku teşhîsa nexweşiyan dereng were kirin û di tedawiyê de pirsgirêk derkevin.”    'HINCETA NEBIRINA REVÎRÊ WEKE HEJMAR KÊM A XEBATKARAN TÊ NÎŞANDAN’    Bi domdarî Tîmûr got ku serlêdanên girtiyan ên têkildarî nebirina revîr û nexweşxaneyan jî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve wiha tê bersivandin: “Tiştekî ku em bikarin bikin tune ye, ji dozgeriyê bipirsin.” Tîmûr, wiha pê de çû: “Me bi dozgeriyê re hevdîtin kir û hejmara kêm a cendirme û xebatkaran weke hincet nîşan da. Mafê tenduristiyê ne mafekî wisa ye ku ji bo wê hincet bên nîşandan. Yekser girêdayî mafê jiyanê ye. Mixabin ew maf îro ji bo girtiyên siyasî tune ye. Bi van hincetan xetereyê li ser mafê jiyanê yê girtiyan çêdikin. Lewma nexweşiyên gelek girtiyan pêş dikevin û zêde dibin. Girtiyên nexweş jî jiyana xwe ji dest didin.”    'TU BINGEHA HINCETAN TUNE YE’   Tîmûr, destnîşan kir ku tu bingeheke hincetên tên nîşandan tune ye û wiha pê de çû: “Jixwe revîr di hundirê girtîgehê de ye. Nikarin bibêjin hejmara xebatkaran kêm e. Ev hincet nayê qebûlkirin. Mecbûr in her roj bijîşkan bînin revîran lê gelek caran tune ne. Girtî nikarin li revîrê xwe bigihînin bijîşkan. Wisa bifikire ku girtî çûn revîrê û sewqa wan ji bo nexweşxaneyê derket. Îcar jî muayeneya destkelemçekirî lê tê ferzkirin. Girtiyên vê red dikin jî mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.”    'HEFTEYÊ 2-3 CARAN LÊGERÎNÊ DIKIN’   Parêzer Tîmûr diyar kir ku di demên dawî de her hefteyê 2-3 caran li qawîşan lêgerîn tên kirin û ev agahî parve kir: “Di van lêgerînan de qawîş tên talankirin. Girtî neçar dimînin ku piştî lêgerînê qawîşên xwe paqij bikin. Di dema paqijiyê de çekpas û firçeyên biqasî 40 santîman didin girtiyan. Gelek girtî nexweşiya hestiyan dijîn. Sedema wê jî ev çekpas û firçeyên 40 santîm in. Ji ber ku destikê wan kin e, girtî ji neçarî xwe pir diçemînin û wisa hereket bikin. Ew jî rê li ber nexweşiyên wiha vedike. Di gelek girtiyan de fitqên stû û piştê derketine.”    LI GIRTIYÊN TÊN SEWQKIRIN LÊGERÎNA TAZÎ TÊ FERZKIRIN   Di dirêjiya axaftina xwe de Tîmûr da zanîn gelek girtî li girtîgehên Egeyê bêyî daxwaza axwe hatine sewqkirin û ev tişt anî ziman: “Di dema hewa pir zêde germ de girtî nikarin di wesayîta rîngê de bêhn bistînin. Di van wesayîtan de dişînin Burdur, Samsun û cihên din ên dûr. Piraniya van girtiyan nexweşên dil û tansiyonê ne. Ev jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya wan dike. Her wiha girtiyên tên sewqkirin, lêgerîna tazî lê tê ferzkirin û tên îşkencekirin. Ji muwekîlên me Gokhan Ozan bêyî daxwaza xwe ji Girtîgeha Odemîşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hate kirin. Li wir lêgerîna tazî lê hate ferzkirin û ji ber ku red kir, gardiyanan îşkence lê kirin. Ji ber ku li dijî îşkenceyê li ber xwe daye, derheqê wî de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.”    DERHEQÊ PÎROZBAHIYA KOBANÊ DE LÊPIRSÎNA DISIPLÎNÊ HAT VEKIRIN    Tîmûr, got ku bi hinceta ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê bi boneya salvegera serkeftina Kobanê pîrozbahî li dar xistine, derheê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin. Tîmûr, wiha pê de çû: “Di pîrozbahiyê de girtiyan stran gotine. Rêveberiya girtîgehê jî derheqê tevahiya girtiyên siyasî de lêpirsîna disiplînê daye destpêkirin. Tu bingeheke hiqûqî yê vê lêpirsînê nîne. Armanc ew e ku tehliyeya gelek girtiyên jin ku nêz bûye, taloq bikin. Heke cezayekî disiplînê were dayin em ê îtîraz bikin. Ji ber ku pîrozkirina rizgarkirina Kobanê sûc nîne.”    Tîmûr, tiştên li girtîgehan diqewimin weke “cezakirina cara duyemîn” nirxand û wiha bi dawî kir: “Biryarên darazê derbas dikin. Bi vê yekê re mafê jiyanê yê girtiyan binpê dikin. Jiyana girtiyan vediguherînin ezyet û îşkenceyê. Em raporan amade dikin û dê ji saziyên navneteweyî re bişînin. Em ê têkildarî binpêkirinên dawî serî li rêveberiyên girtîhan, dozgerên înfazê bidin. Heke bêencam bimînin jî em ê serî li saziyên navneteweyî bidin.”    MA / Semra Turan