Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin 2024-07-31 09:09:51   RIHA - Muslum Guneş destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de bi darê zorê strana “Ez ê bimirim Tirkiyeya min" pê dane xwendin, dîmenên wî hatine qeydkirin û muameleya xerab a lê hatiye kirin vegot.    Kampanyaya lînçkirinê ya bi ser hesabên bedya dijîtal hatiye destpêkirin, dom dike. Gelek kes bi hinceta li gel stranên kurdî gerandina govendê hatin binçavkirin û girtin. Yek ji kesên hedef hatiye nîşandan Muslum Guneş ê 29 salî bû. Guneş li navçeya Karakopruyê di 27’ê tîrmehê de bi hinceta parvekirina xwe ya ser medya dîjîtal, bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin.    Midûriyeta Polîsan a Rihayê dîmenên binçavkirinê yên Guneş bi ser hesabên medya dîjîtal parve kir. Ji Guneş re hat gotin ku ji ber parvekirinekî sala 2019’an de qeyda wî ya sûc a “endamtiya rêxistinê” ku bi beraetê bi dawî bû, heye. Guneş ê hedef hatiye nîşandan di 28’ê tîrmehê de ji hêla dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Ji ber binçavkirinê Guneş, ji kargeha ku 20 sal bû lê dixebitî, ji kar hate avêtin.    Guneş ji ber agahiyên wî yên takekesî hatine parvekirin û di bin çavan de muamileya xirab lê hatiye kirin, serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê da    MUAMILEYA XIRAB A BI ‘DIMIRIM TIRKIYEM’    Guneş ê têkildarî muamileya xirab a di bin çavan de dîtiye axivî. Guneş destnîşan kir ku wî bi kelemçeya berpişt ve hatiye binçavkirin û wiha got: “Dema ku min binçav kirin, serê min li dîwar xistin, kelemçeya berpişt li min kirin. Xwestin ez dakevin ser çokên xwe. Di wê kêliyê de çêr li min kirin. Di rê de dîmenên min qeyd kirin û bi darê zorê strana ‘Dimirim Tirkiyem’ li min dane xwendin. Ev yek nijadperestî ye. Piştî nexweşxaneyê min birin nezareta TEM’ê. Yekem gotina peywirdarê li wê derê bû ‘Tu bi xêr hatî dojehê’.   ‘BI HINCETA ÎŞARETA SERKEFTINÊ HATIM BINÇAVKIRIN’   Guneş diyar kir ku muamileya xirab di nezaretê de jî dom kir û wiha pê de çû: “Min li erdê dirêj kirin û bi pê li pişta min kirin. Ji ber nexweşiya min a bêhnçikiyê hebû, bêhna min derneket. Min got qey pişta min şikest. Piştî ez hatim berdan, min dît ku dîmenên min hatine parvekirin. Ji ber min strana kurdî guhdar kir,  pê re min destê xwe rakir, ez hatim binçavkirin û rastî vê muamileyê hatim.    Guneş da zanîn ku ew ji ber hatiye binçavkirin, bêyî kar hatiye hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî binçavkirinê ez çûm li cihê xwe yê kar û ji min re hat gotin ku tu ji kar hatiyî derxistin. Ez ji karê xwe bûm. Ji ber dîmenên min yên ji hêla midûriyeta polîsan ve hatiye parvekirin kes min nagire kar. Ez gilîkarê midûriyeta polîsan û kesên ku dîmenan bi ser hesabên medyayê parve kirine me. Ez di kirê de me û bêyî kar mam. Divê dîmenên hatine parvekirin bên rakirin.”    PRZ. TAŞ: MIDÛRIYETA POLÎSAN HEDEF NÎŞAN DA   Parêzerê ji Baroya Rihayê Kazim Ekîncî û Serokê Navenda Mafên Mirovan Ahmet Taş destnîşan kirin ku parvekirina agahiyên takekesî derveyî hiqûqê ye. Taş destnîşan kir ku di demên dewî de dîmenên gelek kesan bi ser hesabên medya dîjîtal hedef hatine nîşandan û wiha got: “Parvekirina dîmenên û agahiyên kesan li madeya 187 a CMK’ê qedexe ye. Ji ber karîneya bêgunehiyê tu dîmenên bersûcan nayê parvekirin. Lê belê midûriyeta polîsan bi parvekirina dîmen derketiye derveyî vê yekê, hem dîmen parve kiriye hem jî agahî. Midûriyeta Polîsan Guneş hedef nîşan daye.”    ‘EM Ê GILÎ BIKIN’   Prz. Taş bal kişand ser bi darê zorê xwendina “Dimirim Tirkiyem” û qeydkirina dîmenan û wiha derbirî: “Ev stran ne stanekî ji rêzê ye. Wek amûrekî zext û çewisandinê tê bikaranîn. Ev stran bûye malê nijadperestiyê. Dema li demboriya stranê tê nêrîn, eşkere ye ku di xebatên nijadperestiyê de hatiye bikaranîn. Di demên dawî de ev stran wek amûrekî îşkenceyê hat bikaranîn. Ev sepan ne erk û peywira polîs û cendirmeyan e, keyfî ye. Ev li Mêrsînê jî hate kirin û bêyî ceza ma. Ji ber derbarê polîsan de lêpirsînek nehat destpêkirin îro li Rihayê tê kirin. Polîs ji erka xwe derdikeve û van tiştan dike. Me serlêdanê girt û em ê derbarê berpirsyaran de di rojên pêş de giliyê bikin.    MA / Emrûllah Acar