Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin 2024-07-31 08:54:05   ÊLIH - Li Êlihê jî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” hatin jêbirin.   Şaredariyên di bin rêvebirina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pêşî li qezayên trafîkê bigire li ser nêzîkî cihên ku peya jê derbas dibin, nivîsên “Pêşî Peya” nivîsandin. Piştî Wan, Amed û Kerborana Mêrdînê li Êlihê jî nivîs hatin jêbirin.    Bi derengiya şevê bi çavdêriya gelek polîsan de tîmên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê (KGM) nivîsan jê biribûn.    Nivîsên hişyariyê yên trafîkê berî niha li Wanê hatibûn jêbirin. Derketibû holê ku zarokê nivîsan jê kiribû û nivîsên nijadpereset li şûna nivîsê nivîsandibû bi polîs û parezer re şêwirîbû.    Piştî Wanê li Amedê jî bi çavdêriya polîsan tîmên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê nivîsên hişyariyê jê biribûn. Li Kerboranê jî heman rewş hatibû jiyîn.