Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-07-30 20:37:57   ÊLIH – Nûnerê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay di 32'yemîn salevegera xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay, di 32'yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Îpragazê hat bibîranîn. Malbata Abayay, Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG), Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê tevlî bîranînê bûn.    Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DFG'ê Selman Çiçek ku di bîranê de axivî, diyar kir ku dîroka çapemeniya azad dîroka berxwedanê ye û got ku Çetîn Abayay yek ji wan kesan bû ku alaya çapemeniya azad hilgirtiye.    Paşê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Mesût Tekîk axivî. Tekîk diyar kir ku ew şahidê berxwedana Çetîn Abayay in û got ku ew sembola lêgerîna azadiyê bû.    Xwişka Abayay Rahîme Abayayê jî got ku ew di 32'yemîn salvegera birayê xwe de hemû kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne.   Piştî axaftinan kesên beşdarî bîranînê bûn kulîlk danîn ser gora Abayay.