Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin 2024-07-30 15:31:58 WAN - DEM Partiyiyan bertek nîşanî binçavkirinên li Wanê dan û wiha gotin: “Em ê ji têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk yek gavê paşve neavêjin.”     Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes îro di danê sibehê de li Wanê hatin binçavkirin. Binçavkirina siyasetmedaran li Wanê hate protestokirin. DEM Partiyiyên li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Wanê hatin gel hev, daxuyanî dan. Ji rêveberên DEM Partiyê ya Wanê Îlhan Guney got ku li welat faşîzm pêş ketiye û hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide têkoşîna wan a siyasî krîmînalîze bike.    Guney, anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê îktîdarê winda dike û ev tişt anî ziman: “Lewma êrişên xwe yên li dijî gel zêde kirin. Li welêt krîzeke aborî, siyasî, dîplomatîk, hiqûqî û burokratîk heye. Di demeke ev krîz didomin de îktîdar êrişî zimanê kurdî, sazî û partiyên kurdan dike. Êrişên li dijî têkoşîna siyaseta demokratîk a gelê kurd her tim bi vî welatî daye windakirin. Banga me ji bo her kesên ji vî welatî hez dikin û li gel pêkvejiyanê, hiqûq û demokrasiyê ew e ku li dijî van sepanên mîna darbeyê derkevin û dengê xwe bilind bikin.”    'EM TÊKOŞÎNEKE MAFDAR DIMEŞÎNIN’   Bi domdarî Guney diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd, zext, binçavkirin û girtinan bernedin û wiha pê de çû: “Gelê kurd di bin êrişeke topyekûn de ye. Ev êrişên derhiqûqî nîşan dide bê ka em têkoşîneke çiqasî mafdar dimeşînin. Tu kes dê nekare vê têkoşîna bi keda Mehmet Sîncar, Vedat, Aydin, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyaran hatiye avakirin bide sekinandin. Pirsa ‘ma kurd çi dixwazin?’ dikin. Em jî van tiştên dawî diqewmin nîşan didin. Xelkê me ji ber gerandina govendê, têkoşîna siyaseta demokratîk, axaftina bi kurdî tên hedefgirtin û rastî êrişê tên. Gelê me dê têkoşîna xwe ya rewa û demokratîk a li dijî van êrişan bidomîne.”     'EM TEVÎ HEMÛ AVADANIYÊN XWE LI VIR IN’    Guney, binçavkirin û serdegirtin şermezar kir û wiha pê de çû: “Em tevî gel, partiyî, sazî, avadanî û hemû hilbijartiyên xwe li vir in. Me heta niha tu caran ji têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk paşvegav neavêtiye û dê neavêjin. Dê qijikên laşxwir ên çav berdane destkeftiyên gelê me gelek li bendê bisekinin. Herî dawî jî em bang li tevahiya rêxistinên girseyî yên demokratîk, baroyên li gel hiqûq û demokrasiyê, rêxistinên mafên mirovan, sendîka, saziyên ked û pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku li dijî pêla faşîzmê ya li dijî ziman, partî û nirxên me dengê xwe derxînin. Em hebûn, em hene û dê her hebin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” û bi çepikan bi dawî bû.