Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan 2024-07-30 13:51:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Farqînê têkildarî nûçeyên dibêjin “kûçikên kolanan kom dikin” daxuyanî da û got: “Kûçik tên xesandin û piştre jî em ber didin cihê wan. Kûçikên nexweş û rewşa wan nebaş jî em tedawî dikin.”    Şaredariya Farqîn a Amedê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, têkildarî nûçeyên ku dibêjin “Piştî pêşniyarqanûna rê li ber kuştina kûçikan vedike bûye qanûn dest bi komkirina kûçikan kirin”, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi îmzeya hevşaredaran Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen hate weşandin û ev îdia hate derewandin.    'EM TEDAWÎ DIKIN Û BER DIDIN’   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî giliyên xelkê navçeyê; me dest bi komkirina kûçikan kir. Em, kûçikan li stargehên xwe kom dikin, li wir dixesînin û demek piştre jî dîsa ber didin cihê lê hatine komkirin. Kûçikên nexweş û rewşa wan nebaş jî em bernadin. Li stargehê tedawî dikin û xwedî dikin.”    Hevşaredaran ji ber şêweyê komkirina kûçikan a xebatkarên şaredariyê lêborîn xwestin û wiha bi dawî kirin: “Weke partî, yên herî zêde li dijî qanûna sewalên kolanan derketî û muxalefet kirî em in. Herî zêde em ê mafê jiyanê yê sewalên li kolanan biparêzin. Em ê di demekî nêz de ji stargeha xwe dîmenan parve bikin û di vê mijarê de raya giştî bi hûr û kûr agahdar bikin.”