Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2024-07-30 10:40:58 ERZIROM - Li Erziromê ambulansê û wesayîteke bazirganiyê qeza kirin. Di qezayê de 2 jê xebatkarên tenduristiyê bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Li navçeya Oltî ya Erziromê ambulansek û wesayîteke bazirganiyê qeza kirin. Di qezayê de ajokarê ambulansê û Asiye K. (41) û Nacihan Î. (70) û Feyzûllah Î. (75) ên di wesayîta din de jiyana xwe ji dest dan. Teknîsyena tipa lezgîn Netîce A. jî bi giranî birîndar bû. Netîce A. rakirin Nexweşxaneya Bajar a Erziromê.