Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin 2024-07-30 10:08:48   STENBOL - Ji kesên bi hinceta stran û govendên kurdî hatine girtin pirsên “Kî mudaxileyî govendê dike?” û “Piştî hilbijartinê çima ev qas vîdeo tên parvekirin?” hatin kirin. Parêzer Ferat Bogatekîn banga “bikevin nava liv û tevgerê” li rêxistinên hiqûqê kir.    Di encama serdegirtinên malan ên di 27’ê tîrmehê de li Stenbolê 19 kes ji ber govendên di dîrokên cuda de li ber stranên kurdî gerandin hatin binçavkirin. Binçavkirî ji ewil li ser medyaya dijîtal ji hêla hesabên nîjadperest ve hedef hatin nîşandan û piştre hatin binçavkirin. Di 28’ê tîrmehê de jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 19 kesan 12 jê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin. 7 kes jî piştî îfadeyê hatin berdan. Yek ji parêzerên tev li karûbarên îfadegirtinê bûyî jî endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ferat Bogatekîn bû. Bogatekîn têkildarî tawanbariyên li muwekîlên wan tên kirin axivî.    HINCET: GERANDINA GOVENDÊ, GOTINA STRANÊ    Parêzer Bogatekîn da zanîn ku sedema binçavkirin û girtinan “Gerandina govendê û strîna gotinên stranê ye” û got ku ev hincet dikevin ber azadiya xweîfadekirinê. Bogatekîn, wiha domand: “Heke ev çalakî bangawaziyeke ji bo kirina tundiyê nebe, heke hinek kesan sor neke û li qadeke vekirî neyên kirin, bi temamî dibe şahî. Divê weke çalakiyên tundiyê di nav xwe de nahewînin û nakevin ber propagandaya rêxistinê bên nirxandin. Hinek muwekîlên me dema li eywana dawetan li ber stranan dilîzin, bala xwe nadin ser muzîkê. Di govendeke nîvsaetê didome de gelek stran tên gotin û muwekîl jî guhê wan ne li muzîkê ye.”    PIRSA 'KÎ MUDAXILEYÎ GOVENDÊ DIKE?’    Di berdewamê de Bogatekîn bi lêv kir ku di îfadeyên li emniyetê de pirsên weke “Kî beşdarî vê dawetê bûn?”, “Xwediyê eywana dawetê kî ye?”, “Kî mudaxileyî govendê dike?” û “Di nava kesên govendê digerînin de yên têkiliya wan bi rêxistinê re heye hene yan na?” hatine kirin. Bogatekîn, wiha pê de çû: “Hêzên ewlekariyê îdia dikin ku piştî hilbijartinê, gelê kurd bi serkeftina hilbijartinê re van vîdeoyan pir zêde parve dikin. Muwekîlên me dibêjin ku beşdarî dawetên xizmên xwe bûne û ji berê ve li ber stranên kurdî govendê digerînin. Her wiha gotin ku tu eleqeya wan bi naveroka dirûşm û stranan re nîne û tenê li gorî ritma muzîkê dilîzin.”    'ZEXTÊ LI SER CIVAKÊ DIKIN’   Bogatekîn, anî ziman ku ji kesên hatine girtin muzîkjen hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema OHAL’ê de hunermend û akdaemîsyenên muxalîf hatibûn girtin. Niha jî zextê li muzîkjen û hunermendên kurd dikin da ku asteng bikn. Bi vê zextê re dixwazin muzîk û hunera kurdan bêdeng bikin. Çalakiyên bi vî awayî divê di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de bên nirxandin. Lê belê hinek derdor vê rewşê cuda nîşan didin û dixwazin zextê li civakê bikin.”    'YÊ TEV LI ŞAHIYA LEŞKERIYÊ BÛYÎ JÎ HATE GIRTIN’    Bogatekîn, daxuyand ku li Arnavutkoyê “şahiya leşkeran” jî ji hêla hesabên nîjadperest ve weke “dawet” hatiye nîşandan û hedefgirtin. Bogatekîn, axaftina xwe wiha qedand: “Kesê govend gerandî li Aydinê li şaxa leşkeriyê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Îdiayên behsa xeberê tevek jî di hiqûqa navxweyî de weke sûc nayên dîtin. Di dozên mîna van de jî biryara beraetê derketiye. Nayê qebûlkirin ku hiqûq van bidarizîne. Êdî dadgeh li gorî manîpulasyona ser medyaya dijîtal tê kirin dixebitin. Li gorî bandora hinek hesabên troll dixebitin. Dîmenên behsa xeberê aydê çendek sal berê ne. Lê ev hesabên trol parve dikin û dikin hedef.    Em ê li dijî van girtinan îtîraz bikin. Bi destê hiqûqê mudaxileyî jiyan û azadiya fikr û xweîfadekirinê tê kirin. Divê baro û saziyên hiqûqê di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Li gorî biryarên DMME, AYM û Dadgeha Bilind eşkereye ku ev kiryar sûc nînin. Lewma divê saziyên hiqûqê bikevin nava tevgerê. Her wiha karîneya bêgunehiyê ya muwekîlên me tê binpêkirin. Di demeke ku em nikarin wêneyekî muwekîlên xwe bikişînin de vîdeoyên ku muwekîlên me ji piştve hatine kelemçekirin û îşkence lê tê kirin tên parvekirin.”   MA / Ferdî Bayram