Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû 2024-07-30 09:34:48   AMED - Dadgeha Cezayên Giştî ya Liceyê di dosyaya ji ber “îşkenceyê” biryara bêrayetiyê lê hatibû vegerandin de li 5 polîsan 8 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê ceza ji ber sûcê “Bêparhiştina şexs a ji azadiya xwe” da û di hinceta biryarê de ceza spart “îşkenceyê.”    Di dema pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adara 2023’yan ên li navçeya Liceyê ya Amedê de zarokê 14 salî Y.D. ji hêla polîsan ve li wesayîta zirxî hate siwarkirin û revandin. Y.D., ji hêla polîsan ve hate îşkencekirin. Dadgeha Cezayên Giştî ya Liceyê ji bo îdianameya derheqê ji amirên Emniyeta Navçeyê Aykut Oral û polîsên bi navên Îsmaîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak de hatiye amadekirin, biryara “bêrayetiyê” da. Ji ber ku di îdianameya hatiye amadekirin de derheqê polîsan de sûcên “îşkence” û “birîndarkirina biqesdî” tune bû, dosya ji Dadgeha Cezayên Giran a Nobedar a Amedê re şand. Lê belê dosya dîsa li Dadgeha Cezayên Giştî re hate şandin.    Dadgehê, di danişîna biryarê ya di 5’ê hezîranê de ji bo her polîsekî ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” 8 sal cezayê hefsê da. Di heman demê de ji ber sûcê “Zirardayîna mal” jî 4 hezar û 500 TL cezayê pereyan birî. Hinceta cezayê derheqê polîsên negirtî tên darizandin de hate eşkerekirin. Her çende ku dadgehê ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” ceza dabe jî, hinceta biryara xwe spart sûcê “îşkenceyê.”    GEFÊN POLÎSAN   Di biryarê de dadgehê cih da îfadeyên Y.D. jî. Y.D., da zanîn ku polîsan bi van gotinan gef li wî xwarine: “Dê çêran li kurdan bikî, dê çêran li Abdullah Ocalan bikî, sirûda îstîklalê bixwîne, dê helbesta mehmetçîkê heta serê sibehê jiber bikî. Heke tu jiber nekî em ê bi rêya GPS a dixin pişta te dîsa te bibînin û bikujin. Her wiha dê ji tu kesekî re nebêjî ku me li te xistiye. Heke yek bipirse jî bibêje min bi hevalên xwe re şer kiriye. Heke tu ji kesekî re bibêjî em ê te bikujin.” Di biryarê de bal kişand ser van gefan û hat diyarkirin ku îfadeyên şahid, îfadeyên mexdûrî piştrast dikin.    'DELÎLÊN SÛC HATIN VEŞARTIN’   Di biryarê de hat diyarkirin ku hinek bersûc piştî bûyerê bi awayekî derqanûnî çûne Amedê, li gel ku nexweş nebûn jî hewldane ji nexweşxaneyên cuda raporê bistînin, piştî wergirtina raporê bêyî ku agahiyê bidin amirên xwe jî ber bi Enqereyê ve ketine rê û dema di rê de hatine girtin. Di biryarê de wiha hate gotin: “Dîroka sûc 21’ê adara 2023’yan e lê îfadeyên bersûcan di 25’ê adarê de hatin girtin, telefona bersûc Aykut Oral ku mexdûr dibêje di roja bûyerê de bi qontaxa çekê li ser, çav û pişta wî xistiye û vîdeoya wê kişandiye nehatiye dîtin, bersûcê ku weke Amirê Emniyeta Navçeyê dixebite û di gelek lêpirsînên edlî de cih girtî di vê pêvajoyê de telefona wî nehatiye dîtin ku ev ne tiştekî asayî ye û em gihiştin wê qenaetê ku ji bo veşartina delîlên sûc tevgeriyaye.”     BERSIV DA ÎDIAYA DOZGER!   Di biryarê de yek ji noqteya herî girîng, nirxandina têkildarî îdiayên di îdianameyê de bû. Di biryarê de hat destnîşankirin ku di îdianameyê de nehatiye diyarkirin bê ka mexdûr ji hêla kê ve hatiye derbkirin û wiha hate gotin: “Her çend ku di îdianameyê de hatibe gotin ku kesên mexdûr derb kirin nehatiye tespîtkirin jî, xuya dibe ku bersûc tevî mexdû di nava heman wesayîtê de ne û ji qeydên kamerayan eşkere dibe ku ev pêvajo derdora 25-30 deqeyan domiyaye, wesayît her tim nedihat ajotin, di wesayîtê amirê bersûcan jî heye, hinek bersûc li dijî hiyerarşiya emişr fermanê tevgeriyan, mimkin nîne ku ne li gorî fermanên amirê xwe tevgeriya bin û tê fêmkirin ku bersûc bi hev re tevgeriyane.”    'TEVGERÊN LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN’    Bi domdarî di biryarê de hat gotin ku dema temen û rewşa fîzîkî ya mexdûr esas tê girtin, tu liv û tevgerên ku rê li ber xistina kelemçeya plastîk û bikaranîna hêzê veke tune ne. Di biryarê de hat diyarkirin ku mexdûr bi awayekî derî rûmeta mirovahiyê hatiye cezakirin, di hundirê wesayîtê de bi çekan hatiye derbkirin, bi darê zorê û bi rêya gefan vîdeoya wî hatiye kişandin, gotinên derveyî îradeya wî pê dayine gotin û biçûk hatiye xistin. Hat gotin ku tiştên hatine kirin, kiriyarên wisa ne ku di mexdûr de rê li ber êşên fîzîkî û ruhî vekin. Hat gotin ku bi vê yekê re “sûcê bêparhiştina şexs a ji azadiya xwe ya biwesf hatiye kirin.”    'PARASTIN JI BO XWEXELASKIRINA JI SÛC E’    Di biryarê de îfadeyên polîsan jî hatin nirxandin û hat gotin ku îfade razber in û hev nagirin. Di biryarê de ji bo nivîsên polîsan ên di navbera hev de weke “Ji bo xwe ji sûc xelas bikin hewil dane parastineke hevpar amade bikin” hate nirxandin. Hat diyarkirin ku parastinên bersûcan rast nînin û ji bo “xwexelaskirina ji sûc e.”    'TÊKILDARÎ BERSÛCAN QENAETEKE ERÊNÎ ÇÊNEBÛ’    Her wiha dadgehê sedema danexistina cezayî ya ji ber “başhaliyê” jî vegot. Di biryarê de wiha hate gotin: “ (...) sûc, bi çekê û ji hêla gelek kesan ve bi hev re hatiye kirin. Hêza ku ji peywira cemaweriyê digirin xerab bi kar anîne û li dijî zarokeke ku ji hêla beden û ruh ve nikare xwe biparêze sûc hatiye kirin. Bersûcan sûcê xwe înkar kirine, tu sûda wan negihişt pêvajoya darizandinê. Hewl dan çendek delîlan tune bikin, gelek rewşên biwesf hene, temenê mexdûr, ji mexdûr lêborîn nehat xwestin, ji ber sûcê kirine tu poşmantî nejiyane, li gorî peywira xwe ya cemaweriyê tevnegeriyane. Lewma jî di dadgeha me de qenaeta ku êdî van sûcan nakin çênebûye (...)”   MA / Mujdat Can