Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin 2024-07-30 08:18:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşniyarqanûna ku rê li ber kuştina kûçikan vedike bi dengên AKP-MHP’ê bû qanûn.    “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherîna di Qanûna Parastina Sewalan a Hejmar 160” ku ji 17 xalan pêk tê û rê li ber kuştina kûçikên li kolanan vedike, piştî hevdîtinên du rojan ên li Lijneya Giştî bi dengên AKP-MHP’ê hate qebûlkirin. Pêşniyarqanûn li dijî 224 dengên “Na”yê bi 275 dengÊn “Erê” hate qebûlkirin.    Partiyên muxalefetê bertekên tund nîşanî qanûnê dan û weke “Dê di dîrokê de weke rojeke reş cih bigire.”