Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin 2024-07-29 20:50:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tevlî govenda berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bistirên.”   Bertekên li dijî girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin didomin. Li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û girtin hatin şermezarkirin.    RIHA    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Eyubiyeyê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên Meclisa Şaredariyê yên Partiyê yên Eyyûbiyeyê û her wiha gelek kes amade bûn.   Di daxuyaniyê de endamê Meclisa Şaredariya Eyyubiyeyê Celal Altûn axivî û wiha got: “Rêzikên Destûra Bingehîn bi awayekî zelal hatine binpêkirin. Pratîka îxlalkirina Destûra Bingehîn a tifaqa AKP’ê û MHP’ê bi rengekî vekirî li dijî kurdan hatiye domandin. Em feraseta neyarê kurdan ku ji ber dayik û sê keçên wê stran gotin û cilên kurdî li xwe kirin hatin girtin şermezar dikin. Tu hêz nikarin govenda me ya azadiyê rawestînin. Gerandina govendê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc û nijadperestî ne.”   Piştî daxuyaniyê li gel stranên kurdî govend hate gerandin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “zext nikarin me têk bibin” bi dawî bûn.     ÊLIH    Li Êlihê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi daxuyaniya ku li ber Parka Yilmaz Guney li dar xist girtin şermezar kirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Em êrişên li dijî ziman û çanda kurdî şermezar dikin” hate vekirin de Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha axivî.    Tenha da zanîn ku li dijî çand û zimanê kurdî êrişeke sîstematîk heye û bang kir ku li dijî êrişan her qada jiyanê veguherînin zimanê kurdî û govenda azadiyê bigerînin.     STENBOL     Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî daxuyaniyeke nivîskî da.  NÇM’ê bi bîr xist ku di salên 90’î de ji ber dişibîn rengên netewî yên kurdan hate xwestin ku lambeyên trafîkê yên kesk û sor û zer bên guhertin û wiha got: “Îro tabelayên hişyariyê yên kurdî yên li ser rêyan hatine nivîsandin bi rengekî rêxistinbûyî tên jêbirin û zimanê kurdî bi nivîsbariya nîjadperest û faşîst re hedef tê girtin. Ev êrîşên nîjadperestî yên li dijî zimanê me li Wanê dest pê kirin û li Amedê hatin domandin, bi rengekî organîzeyî di bin çavdêriya polîsan de tên kirin. Çanda Kurd navê berxwedana li dijî qirkirinê û têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Weke xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê em van êrîşên nîjadperest û faşîst ên li hemberî hebûn, nasname û nirxên me yên civakî qebûl nakin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tev li govendên berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bêjin.”   ŞIRNEX     Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) êrişên li dijî çand û zimanê kurdî bi gerandina govendê şermezar kir. Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê yên li baxçeyê Şaredariya Hezexê hatin bahev bi kurdî kilam gotin û govend gerandin.    ‘ÎNKARKIRINA KURDAN DI ASTEKE TUND DE YE’    Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan a li ser navê jinan daxuyanî da, anî ziman ku înkarkirina kurdan di asteke bilind de ye û wiha got: “Niha jî kesên cilên herêmî li xwe dikin, govendê digerînin, stranên kurdî dibêjin an tên binçavkirin an jî tên girtin. Me jî weke TJA’yê kampanyayek da destpêkirin. Em ê li malên xwe, li kolanan, li meydanan an ku li hemû qadên jiyanê em ê bi kurdî axivin û bi kurdî bijîn. Em ê stranên xwe bêjin û govenda xwe bigerînin. Ji ber ku çand û ziman hebûna gelekî ye û em jî dê xwedî li vî zimanî derkevin.”   Bername, bi govendên hatin gerandin û berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bêçand jiyan nabe” bi dawî bû.    WAN   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê li ber avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da û bertek nîşanî girtina kesên ku li ber stranan govenda kurdî digerandin da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bernadin vê dîlanê” hat vekirin û dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzkirin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar, Komeleya Çand û Ziman a ARSÎSA’yê, saziyên demokratîk û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.   ‘ZIMANÊ KURDÎ NIRXEKÎ BINGEHÎN E’   Hevberdevkê Lijneya Çand û Ziman yê DEM Partiyê Heval Dilbihar di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku ziman û çanda kurdî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Dilbihar, destnîşan kir ku ziman û çanda kurdî ji gelek kom, netewe û gelan re bûye çavkaniyeke bingehîn. Dilbihar, diyar kir ku ziman û çanda kurdî rûmeta gelê kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di gelek serdemên dîrokê de gelek serdest ji bo berjewendiyên xwe êrîşên hovane anîne ser ziman û çanda kurdî. Ji ber ku ziman û çanda kurdî parastine gelek kes hatine kuştin, girtin û îşkencekirin. Lê van serdest û desthilatan tiştek ji bîr kiribûn. Ziman û çanda kurdî çiqas rehên xwe berdabin dîrokê, hest û ramanên berxwedana gelê kurd jî rehên xwe berdane. Gelê kurd ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda xwe serî netewandiye.”   ‘ZIMANÊ ME ŞEREFA ME YE’   Dilbihar, anî ziman ku cîhan gelek pêşketiye, lê hêj jî serdest û desthilatên hov êrîşî zimanê kurdî dikin. Dilbihar, da zanîn ku ji wan ve ew dê bi van êrîşan ziman, çand û govenda kurdî tune bikin. Dilbihar, wiha lê zêde kir: “Ev çend roj in êriş li ser neteweya kurd tên kirin. Li Mêrsînê, Stenbolê, Agiriyê, Êlihê, Sêrtê û herî dawî jî li Colemêrgê ji ber parastin û pêşxistina zimanî kurdî, ji ber gerandina govenda kurdî gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Em vê yekê bi tûndî şermezar dikin. zimanê me şerefa me, zimanê me namûsa me ye.”   ‘TEHEMULA WAN JI BO DU PEYVÊN KURDÎ NÎNE’   Dilbihar, bertek nîşanî jêbirina nivîsên trafîkê jî da û wiha dawî kir: “Tehemûla wan ji bo du peyvên kurdî nîne. Ev yek li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Çawa zimanê tirkî, erebî, farisî, ingilîzî pîroz û bi nirx bin, zimanê kurdî jî bi qasî wan bi nirx û pîroz e. Pêşî kurdî, paşî kurdî û li her der her dem kurdî.”   Piştî daxuyaniyê girseyê li ber avahiya DEM Partiyê govend gerand û bertek nîşanê êrîşên li ser ziman û govenda kurdî dan.   AGIRÎ   Rêxistina DEM Partiyê ya Bazîdê li Parka Şaredariyê li hev civiya û govend gerand. Hevşaredarê Bazîdê Kenan Alkan û gelek welatî beşdar bûn.    Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Hadîme Temel a li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Dema dewlet nebû jî govend hebûn. Beriya 14 salan ji ber li dawetekê govend gerandibûn jin hatin girtin. Li Karadenîzê çawa horon hebe govenda me jî heye.”   Pişt re li ber stranên kurdî govend hate gerandin.     MÛŞ   Di pêşengtiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Rêxistina DBP’ê ya Bajêr, TJA, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes li Parka Ataturk hatin bahev û govenda azadiyê gerandin.