ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan 2024-07-29 17:00:35   MÊRSÎN - Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekir Sitki Keçecî da zanîn ku nameyên kurdî û pirtûkan nadin girtiyan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî binpêkirinên di nava 3 mehan de li girtîgehan têne kirin raporek amade kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekir Sitki Keçecî got ku îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan didome.    Keçecî, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê cezayên disiplînê yên neheq weke hinceta taloqkirina tehliyeyên girtiyan nîşan dide, mafên civakî, çandî û sporê yên girtiyan bi gefa cezayê tên astengkirin, Qanûnên Înfazê ji bo bêzarkirina girtiyan weke amûrekî û bi awayekî keyfî tên bikaranîn. Keçecî, got ku mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Muayeneya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, di dema muayeneyê de tevger û nêzikatiyên neyînî tên nîşandan û vê jî kiriye ku girtî naxwazin biçin tedawî bibin. Şert û mercên girtîgehê bandoreke giran li ser jiyana girtiyên nexweş dike. Bi taybet jî girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene baş nayên tedawîkirin û mafê tenduristiyê tê binpêkirin.”    'DEST DANIN SER NAME Û WEŞANÊN BI KURDÎ’    Bi domdarî Keçecî da zanîn ku mafên agahîgirtinê yên girtiyan tên binpêkirin, pirtûk û nameyên kurdî nadin girtiyan û wiha bi dawî kir: “Nahêlin girtî biçin hewşê, sporê bikin û derfetên civakîbûnê bi kar bînin. Girtî di şertên tecrîdê de tên ragirtin. Daxwaza guherandina qawîşê ya girtiyan nayê cîbicîdkirin, xebatên pewerde û çandî hema hema bi temamî ji holê hatine rakirin, name û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Di heman demê de rojnameya Yenî Yaşamê û pirtûkên bi kurdî yên wezaretê erê kirin û pirtûkên têkildarî dîroka kurdan nayên dayîn. Pêdiviyên kirtasiyeyê yên girtiyan nayên pêşwazîkirin, kota danîne ser pirtûkan, daxwaznameyên girtiyan ên ji bo sazî û dezgehan nayên şandin. Banga me li Wezareta Dadê ew e ku dawî li sepanên îşkence û muameleya xerab bînin. Em dixwazin ku tevahiya saziyên eleqedar di vê mijarê de bikevin nava hewldanan.1