33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin 2024-07-29 16:48:24   WAN - Di bîranîna 33 kesên li navçeya Seravê hatin qetilkirin de hat xwestin ku ji bo bîranîna qurbaniyan bîrdariyek were çêkirin û ji malbatên wan lêborîn were xwestin.    Di 28’ê Tîrmeha sala 1943’yan de 33 welatî li navçeya Serav a Wanê hatin qetilkirin ku weke Komkujiya Rûbarê Sefo tê binavkirin. Bi ser komkujiyê re 81 sal derbas bûn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seravê bi boneya salvegera 81’emîn a komkujiyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku navên kesên hatine qetilkirin li ser û bi nivîsa “Ji bîr neke û nede jibîrkirin” hat hilgirtin. Li gel malbatên kesên hatine qetilkirin, her wiha rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî jî tev li bûn.    ‘DIVÊ HIKÛMET LÊBORÎNÊ BIXWAZE’   Ji xizmên kesên hatine qetilkirin Cezeyîr Ozkaplan anî ziman ku ew li gel Komkujiya Rûbarê Sefoyê her wiha komkujiyên Zîlan û Dêrsimê şermezar dikin. Ozkaplan, wiha got: “Hestiyên van mirovan jî nehatin dayîn, gorên wan jî tune ne. Hikûmeta wê demê û ya niha mîna hev in. Lewma divê hikûmet ji gel lêborînê bixwaze û em dixwazin ji bo 33 qurbaniyan bîrdariyek were danîn.”    BERTEKA LI DIJÎ ÊRIŞÊN SER ‘GOVENDÊ’    Bi domdarî Ozkaplan bertek nîşanî girtin û binçavkirinên ji ber stran û govendên kurdî da. Ozkaplan, ev tişt anî ziman: “Govend sembola me ye. Divê daraz di zûtirin demê de ji vê xeletiya xwe vegere û ciwanan berde. Nexwe em ê tevahiya herêmê veguherînin serhildana govendê.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.