Li Çiyayê Efkarê şewat derket 2024-07-29 16:39:51   COLEMÊRG - Li daristana Çiyayê Efkarê yê navçeya Şemzînanê şewat derket.    Di danê nîvro de li daristana Çiyayê Efkarê yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şewat derket. Dûkola şewatê bandor li navenda navçeyê jî kir. Hat îdiakirin ku şewat ji ber binkê cigareyê yê li Girê Seyîrê ya li serê Çiyayê Efkarê hatiye avêtin derketiye.    Hat zanîn ku şewat hêj didome û mudaxileya heyî ji bo vemirandina agir kêm e.