Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin 2024-07-29 16:32:04   STENBOL - Li ser giliyê Fermandariya Cendirmeyan a Gumuşhaneyê ji bo navê qada ajansa me biryara astengkirinê hate dayîn. Li dijî biryara astengkirinê îtîraz hate kirin. Di serlêdanê de hat gotin ku bi biryara dadgehê re “azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê hatine binpêkirin.”    Navê qadê yê “mezopotamyaajansi.net” a Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi biryara Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Gumuşhaneyê hate astengkirin. Dadgehê, di hinceta biryara xwe ya astengkirinê de giliyê Fermandariya Cendirmeyan a Gumuşhaneyê yê di 24’ê tîrmehê de weke hincet nîşan da. Cendirmeyan îdia kirin ku MA’yê “propagandaya rêxistinê” kiriye û xwestin ji ber “parastina ewlehiya neteweyî û pergala cemaweriyê” were astengkirin.    LI DIJÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ HATE KIRIN   Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Gumuşhaneyê jî biryara cendirmeyan qebûl kir. Li dijî biryara ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) binpê dike îtîraz hate kirin. Parêzerên MA’yê diyar kirin ku biryara hatiye dayîn li dijî Destûra Bingehîn, AYM û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê PMME) ye. Bi domdarî wiha hate gotin: “Biryara Dadgeriya Cezayên Sulhê; li dijî hiqûqê ye û xwe dispêre hincetên giştî, razber û ji hêla qanûn-hiqûqê ve bêbingeh e. Li gel vê; beriya biryara behsa xeberê parastin, agahî û nêrîna serlêdêr nehatine girtin û teblîxkirina biryarê jî piştî daxwaza mudafîîn hatiye kirin.”    'AZADIYA ÇAPEMENÎ Û XWEÎFADEKIRINÊ TÊ BINPÊKIRIN’    Di îtîrazê de hat xwestin ku biryara astengkirinê were betalkirin û ev tişt hatin gotin: “Malpera behsa xeberê di qada rojnamegerî û weşangeriyê de xebatên xwe dimeşîne, nûçe û nivîsên tên weşandin hem di asta neteweyî hem jî di asta navneteweyî de ji hêla gelek şopîner û xwîneran ve tên şopandin û parvekirin.” Bi domdarî hat gotin ku  di vê çarçoveyê de ji ber biryara ‘astengkirina xwegihandina malperê’ ya di wateya ‘sansûrê’ de, azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Hat destnîşankirin xala 10’emîn a PMME’yê û xala 26’emîn a Destûra Bingehîn ên ku “azadiya xweîfadekirinê” misoger dike hatine binpêkirin û xala 28’emîn a “azadiya çapemeniyê” misoger dike bi eşkereyî hatine binpêkirin. Hat xwestin ku ev biryar were betalkirin.